YNK mûçeyîn lêbirî li karmendan vedigerîne
Kurdistan 01:21 PM - 2023-05-28
PUKMEDIA
Encumena Nûnerên Êraqê
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo guhertinên radîkal
di madeyên 13 û 14 ên projeyasaya bûdceya federalî ya salên 2023-2024-2025 de,
ku girêdayî maf û destkeftên Herêma Kurdistanê ye, hewlên mezin dane û bi wan
hewlan karmend dê karibin mehê ne kêmtir ji %10 mûçeyên xwe yên lêbirîn
bistînin.
Danîna mûçeyên paşekewtNûnerê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Dr.Biryar Reşîd di daxuyaniyeke taybet de ji PUKMEDIA re ragihand: Di xala guhertinan ya bûdceyê de hatiye diyarkirin ku hikûmeta Herêma Kurdistanê mûçeyek zêde ji mûçeyên karmendan bide, ne kêmtir ji 10. % ji mûçeya giştî ya wî be.
Got jî: ev biryar dê berdewam be heta bidawîhatina dayîna hemû pereyên lêbirîn ku ji mûçeyên karmendan hatine komkirin û bidawîhatina hemû birînan.
Gaveke erênî yeBiryar Reşîd erê dayîn bi vê awayî wê xew be lê gaveke base û hemû fireksiyonên parlemanî bi wê yekê re ne û dixwazin lêbirîn ji karmendan re bên vegerandin.
Got jî: eger proje yasaya bûdceya federalî bigehe civata nûneran, hewil tê kirin ku bi zûtirîn dem qanûna bûdceyê bê yasayî kirin.
Milyonek û 250 hezar karmend ji van bandan sûd werdigirin
Li gor sîstema tomarkirina biyometrîk, Hikûmeta Herêma Kurdistanê 1 milyon û 249 hezar û 481 karmend hene û mehane pêdivî bi nêzîkî 900 milyar dînar heye ji bo dabînkirina mûçeyên wan.
Li gor şopandina PUKMEDÎAyê, hikûmeta herêmê ji sala 2015 heta 2018ê, nêzîkî 20 trîlyon dînar deyndarê karmendan e ji lêbirîna mûçeyên wan.
Sîstema lêbirîna mecbûrî ya mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê di serdema kabîneya heştem de dest pê kir, ji sala 2015-2018an ve ku karmendan 5 mûçeyên tam wernegirtine.
Tevahiya mûçeyên ku di van du salan de hatine lêbirîn, bûye 8 trîlyon û 190 milyar dînar.
Li dijî her aliyeke ne pabend tedbîr têne standinDr.Bryar Reşîd dibêje: Heger di navbera hikûmeta federal û hikûmeta herêma Kurdistanê de di derbarê maf û erkan de yan jî pabendnebûna bi maddeya 13 û 14ê de, 15 roj mihlet ji bo çareserkirina cudahiyê tê dayîn. eger kêşe neyê çareser kirin, dê veguheztina destkeftên herêma Kurdistanê bê rawestandin û li gor biryara dadgeha federal ya di cih de kar bike. Li cihê ku partiya dijber serî li Dadgeha Federal dide ku li dijî partiya ku peyman binpê dike doz veke.
Ji bo xizmeta welatiyan gav bên avêtinEndama Komîteya Darayî ya Parlamentoyê Dr.Nermîn Mairûf ji PUKMEDIA re ragihand: Guhertinên ku di madeya 13 û 14ê de çêbûne xizmeta welatiyên Herêma Kurdistanê dike.
Wê her wiha got, xalên dabînkirina mûçeyên karmendan li Herêma Kurdistanê û vegerandina mûçeyên wan ên lêbirî hene û ev mijar di berjewendiya karmendan de ne.
Di xalên 13 û 14 de paragrafên girîngDr.Nermîn Mairûf dibêje: Em di Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de di wê baweriyê de ne ku parastina mafên karmendan li Herêma Kurdistanê yek ji karên me yên sereke ye.
Û wê got jî: Bi pesendkirina proje yasaya bûdceyê, ti astengî li ser dabeşkirina mûçeyên karmendan û vegerandina mûçeyên wan ên lêbirî namîne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

