Kursiyên pêkhateyên Parlamentoya Kurdistanê di bin serweriya hizbî de ne

Kurdistan 11:54 AM - 2023-05-24
Parlemana Kurdistanê PUKMEDIA

Parlemana Kurdistanê

Parlemana Kurdistanê

Pêkhateyên Herêma Kurdistanê xwediyê 11 kursiyên parlemanê ne, ev kursî li gorî projeya yekgirtî ya ku ji aliyê serokê rihmetî Mam Celal ve hatiye nîşandan, ji bo ku pêkhateyên Herêmê nûneratiya rasteqîne li parlemanê de hebe, mixabin niha tiştê ku em dibînin ev kursî ji aliyê Partiya Demokrat ji bo çareserkirina dosyayên ku xizmeta berjewendiyên hizbî dikin tên bikaranîn, li şûna lihevkirin û têgihiştin û diyalogê li ser yasaya hilbijartinan û aktîvkirina komîsyonê bikar tîne.

Serok Mam Celal ji bo pêkhateyan kursî diyar kir
Endama Encumena Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Hesîbe Ebdullah ji malpera fermî ya Yekîtî PUKMEDIA re ragihand: Projeya beşdarbûna pêkhateyan di Parlamentoya Kurdistanê de, projeya Serok Mam Celale ku bi awayekî mezin mafên wan parast.Û wê got jî: Serok Mam Celal tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîste kursî ji bo pêkhateyan di parlementoya Kurdistanê de hebe û ew nûneratiya rasteqîne li parlemento û hemû saziyên din ên hikûmetê de hebin.
Kursiyên pêkhateyan bikar tînin

Hesîbe Ebdullah dibêje: Beşdariya pêkhateyan gaveke baş e, lê mixabin tişta ku niha li Parlamentoya Kurdistanê dibînin, sînordarkirina mafên pêkhateyan û bikaranîna kursiyên wan ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistanê ve ye.
Û wê got jî: Ev partî bi temamî kursiyên pêkhateyan kontrol dike, ku hejmara wan 11 kursî ne, û ew nûnertiya pêkhateyên wan nakin, belku nûneratiya vê partiyê dikin, ji ber ku ji bo çareserkirina hin dosyayan di nava parlamentoyê de tên bikaranîn.

 

Divê pêkhate rola xwe ya rastîn bilîzin

Hasîbe Ebdullah dibêje: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dixwaze pêkhate li gor projeya Serok Mam Celal rola xwe ya rast bilîzin û nekeve bin ti fişareke siyasî. Mixabin nûnerên pêkhateyan di parlementoya Kurdistanê de endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê ne û fermanên xwe jê werdigirin.
Wê diyar kir: Yekîtî dixwaze kursiyên pêkhateyan bi awayekî dadperwerane li ser hemû deveran dabeş bike, ji ber ku li devera Germiyanê gelek xelkên Tirkmen hene û li parêzgeha Helebçe jî rêjeyeke mezin ji Kakaiyan hene û wiha got: Li Silêmaniyê mesîhî hene, çima kursiyên pêkhateyan tenê bi Hewlêr û Duhokê re sînorkirî ne?, Divê kursiyên Pêkhateyê li ser hemû parêzgehên Herêma Kurdistanê bên dabeşkirin da ku nebin amûrek di destê ti aliyekî siyasî de.

Nûnerên pêkhateyan bi dengên Partiya Demokrat gihiştin parlamentoyê

Endama Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê Rozan Heme Kerîm ji PUKMEDIA re ragihand: Nûnerên pêkhateyan di Parlamentoya Kurdistanê de ne nûnerên rasteqîne yên pêkhateyên xwe ne, belku bi dengên asayişên partiya democrat hatine parlamentoyê ku piraniya wan ji kadroyên wê partiyê ne.
Herwaha got: Yekîtiya Niştimanî piştevanê rasteqîne yê mafê pêkhateyan e û daxwaz ji pêkhateyan dike ku nûneratiya rasteqîne li parlamentoya Kurdistanê de hebe.

YNK bi mafên pêkhateyan bawer e

Parlamenterê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê KErwan Gezneyî ji PUKMEDIA re ragihand: Nûnerên pêkhateyan li parlamentoya Kurdistanê nûneratiya pêkhateyên xwe nakin, lê bûne sedemek bo têkbirina lihevkirina niştimanî. Yekîtî li gor nêzîkatiya serok Mam Celal di warê parastina mafên pêkhateyan de kar dike, lê mixabin niha kursiyên pêkhateyan di Parlamentoya Kurdistanê de bûye sedemek ji bo têkbirina lihevkirina niştimanî li Herêma Kurdistanê.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket