Fraksiyona YNKê daxwaza aramkirina mafên darayî yên herêmê dike

Kurdistan 11:04 PM - 2023-05-23
Serokê civata nûneran û hijmareka endamên fraksiyona YNKê PUKMEDIA

Serokê civata nûneran û hijmareka endamên fraksiyona YNKê

Êraq Parlemen YNK

Serokê Fraksiyona YNKê Harem Kemal Axa û hejmarek parlamenterên fraksiyona YNKê  bi Serokê Parlamentoya Êraqê Mihemed Helbûsî re civiya.
Di civînê de rewşa siyasî ya welat û çendîn mijarên girêdayî karê civata nûneran bi proje yasaya bûdceya federalî hatin gotûbêj kirin.
Fraksiyona YNKê daxwaz ji serokê parlamentoyê kir ku piştgiriya  aramkirina mafên darayî yên herêmê û danîna bûdceya parêzgeha Helebce bike û hewl bide ku mûçeyên paşmayî yên herêmê vegere û mûçeyên hemû parêzgehan bi awayekî wekhev bê dayîn û dereng nakeve. Divê Meclisa Nûneran ji bo asayîkirina geştên firokexaneya Silêmaniyê hewl bide.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket