Yekîtiya Niştimanî..piştevan û piştgirê mafên Kurdên Feylî ye
Kurdistan 01:40 PM - 2023-05-21
PUKMEDIA
Kurdên Feylî
Kurdên Feylî di serdema rêjîma hilweşiyayî de rastî tawanên
jînosayd û koçberkirina bi darê zorê bê sedem û piştî rûxandina rêjîma
hilweşiyayî jî, heta niha jî tûşî hinek pirsgirêkan bûne û heta niha mafên xwe
yên rewa bi dest nexistine. Yekîtiya Niştimanî ji bo mafên wan hewil daye.
Yekîtiya Niştimanî piştgiriya mafên Feylî dikeRêkxerê Encûmena Siyasî ya Feylî birêz Mahêr El-Feylî di daxuyaniyeke taybet de ji PUKMEDIA re dibêje: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê piştevanê doza rewa ya Feylî ye û di nav rêzên wê de gelek serkirdeyên Feylî hebûn.
Got jî: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bawerî bi mafên rewa yên Kurdên Feylî û çareser kirina kêşeyên wan heye û serokê nemir mam Celal gelek kar û xebat kir û bi hemû hêza xwe bergirî li doza rewa ya Kurdên Feylî kir û doza wan pejirand û di sala 2012an de Mam Celal biryara Komarî ya hejmar 6 derbarê doza Kurdên Feylî weke tawanên jînosaydê derxist û Yekîtiya Niştimanî ji dema hilweşandina rêjîma Baas ve û heta niha jî heye piştgiriya Kurdên Feylî dike.
Kurdên Faylî rastî tacîzkirinê tênMahêr El-Faylî dibêje: Tişta ku kurdên Kerkûkê bi taybetî cotkarên kurd pê diêşin, neheqiyeke nerewa ye li hember wan û divê aliyên Kurdistanî hewlên xwe bo piştevaniya kurdan li navçeyên dabrênrewekan bikin yek.
Got jî: maddeya 140 çareserîya tekez e ji bo girêbestên çandinîyê û dadperwerî ji cotkaran re li deverên kêşebar, û ev pirs bi pêkvejiyana aştiyane û bi palpişta yasayê tên çareser kirin.
Kampînên guhertina demografîkMahêr El-Feylî dibêje: Kurd li bajarên Xaneqîn û Mendelî ji aliyê milîsên çekdar ve rastî kampînên guhertina demografîk tên û welatiyên Kurd aciz dikin û wan neçar dikin ku birevin û bajarên xwe bihêlin.
Got jî: kêşeyên mezin li ser hevwelatîyên Kurd ji alîyê Erebên hatîne, bi piştevanîya milîsên çekdar û rêbaza guhertina dîmografî bi şêweyek nû û karekterek dîmoqratî pêk tê.
Yekkirina hewldanên partiyên Kurdistanî
Mahêr el-Faylî dibêje: Divê aliyên Kurdistanî ji bo xatirê Kurdên Feylî hewlên xwe bikin yek û rê li proseya guhertina demografîk û erebkirina navçeyên nakokdar ber bigrin.
Mam Celal çareserkerê pirsgirêkan eMahêr El-Faylî dibêje: Eger nemir Mam Celal sax bûya, ev hemû tişt nedihatin kirin û bi saya ezmûna xwe ya siyasî û mezin, bi awayekî sade û bê tengezarî bi pirsgirêkan re mijûl dibû. şehrezayiya wî ya welatparêzî di çareserkirina pirsgirêkan de.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

