Mijara hilbijartinan dîsa YNK û PDK tîne ba hev
Kurdistan 05:34 PM - 2023-05-18
PUKMEDIA
YNK û PDK
Di berdewamiya gotûbêjên navbera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê ya derbarê guhertina yasaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de, biryare sibe înê 19.5.2023 her du saziyên hilbijartinan ên her du partiyan bicivin.
Serokê Parlemento beşdareEndamê Serkirdayetî û Berpirsê Lijneya Hevahengî û Çavdêriyê ya Dezgeha Hilbijartinê ya YNKê Letîf Nêrweyî ji malpera fermî ya YNKê PUKMEDIA re ragihand: “Civîna Dezgeha Hilbijartinan a YNKê û Buroya Hilbijartinê ya PDKê bi amadebûna Rêwaz Faeq Seroka Parlamentoya Kurdistanê û cîgirê wê di Parlamentoya Kurdistanê de pêk tê.
Letîf Nêrweyî got: Civîn dê berdewamiya civînên berê be û dê li ser xalên ku di navbera her du aliyan de mane û li ser nehatine lihevkirin gotûbêj bikin, bi taybet kursiyên pêkhatan."
YNK hilbijartinên paqij dixwazeYNK tekezî li ser wê yekê dike ku li Herêma Kurdistanê hilbijartineke paqij û adilane bên kirin hû guhertina zagona hilbijartinê ji bo pêvajoyeke demokratîk e.
Herwiha got: "YNK hêvî dike ku civîn bi encamên erênî bi dawî bibin û Herêma Kurdistanê ber bi hilbijartinên paqij û demokratîk ve biçe."
Got jî: Daxwazên YNKê yên di serrastkirina yasayê de hemû di berjewendiya proseya demokratîk û gelê Herêma Kurdistanê de ne û ti daxwazeke hizbî û kesayetî nîne.
Li gor zanyariyên PUKMEDIAyê, di civîna di navbera Dezgeha Hilbijartinan a YNKê û Mekteba Hilbijartinê ya YNKê de, dê serokê parlamentoyê û cîgirê wî amade bin û şanda YNKê jî bi serokatiya endamê mekteba siyasî û berpirsê dezgeha helbijartinan Rizgar Hacî Hema, dê bi rê ve bibe. Şanda Partiya Karkerên Kurdistanê ) bi serokatiya Berpirsê Buroya Hilbijartinê Rêbwar Yalda ye.
Ev civîn di demekê de ye, ku berî niha YNK û PDKê li ser sererastkirina yasaya hilbijartinan, kursiyên pêkhata û aktîvkirina komîsyona hilbijartinan li hev kiribûn, lê negihîştine rêkeftina dawî.
Roja 16ê Mijdarê Polîtboruyên YNK û PDK li Silêmaniyê civiyan û tekezî li ser wê yekê kirin ku bilez gavên yasayî û siyasî ji bo lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê li gorî dema xwe ya îsal bên avêtin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

