Serok Bafil:Li koll senter ve guhdarî daxwazên gel dikin
Kurdistan 05:16 PM - 2023-05-16
PUKMEDIA
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand, navendek ji bo ragihandina peyam û daxwazên îdarî û hizbî li Silêmaniyê tê vekirin û got:“Ez ê bi rêya vê navendê bê cudahî guhdarî daxwaz û peyamên welatiyan bikim û pirsgirêk û daxwazên wan bişopînim û hewl bidim wan çareser bikim.
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî avakirina navendeke ragihandinê ji bo diyaloga rasterast ligel welatiyan ragihand û got:"Fikra avakirina navendê vedigere wê yekê ku min di destpêkê de bersiv da her bangekê heya ku kesek jimareya têlefona min belav kir û nekarî rêkûpêk xwe bigihîne min, ji ber vê yekê em fikirîn ku navendek bangê vekin da ku baştir bigihîje me.
Wî got: "Navend, bangewaziya hemû welatiyan bêyî reng, bîr û ramanan werdigire û her welatiyekî ku daxwaz û pirsgirêkek îdarî û hizbî hebe dikare bi navendê re têkilî dayne û peyama xwe ragihîne, da ku em bişopînin û ji bo wê kar bikin."
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di bersiva rojnamevanekî de derbarê proseya hilbijartinan de wiha got:“Di pêvajoyê de hinek pirsgirêk hene, lê dê hilbijartin bên kirin û divê pirsgirêk bên çareserkirin.
Serok Bafil di bersiva pirseke din a rojnamevanan de derbarê civîna berê ya civata wezîran ya derbarê çaksazkirina darayî ya Herêma Kurdistanê de, got: “Kabîneya nehemîn pêngaveke wêrek avêt û karî ber bi rêyeke din ve biçe ku xizmetkirina bê cudahî û giringîdana mûçeyan tê de heye, ku ev yek cihê pesindayînê ye û em piştgiriyê wê dikin û aliyên din jî bi me re hevbîr in.
Derbarê destpêşxeriya Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî ya ji bo vekirina qonaxeke nû di navbera partiyan de, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) wiha got; “Em bi vê destpêşxeriyê kêfxweş in û em li hêviya wê bûn û ez spasiya wî dikim ku çendîn caran pirsa rewşa tendirustiya min pirsî ye û karê me başkirina rewşa Herêma Kurdistanê, Êraq û navçeyê ye.”
Her wiha got: “Pêşvebirina rewşê karê me hemûyan e û bi baweriya min her ku alî nêzîktir bibin dikarin gavên baştir ji bo xizmetkirina welatiyan li Herême , Êraqê û navçeyê bavêjin.’’
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî got:“Em li ser hevdîtina Mesrûr Barzanî û Qubad Talebanî geşbîn bûn, rast e dibe ku nêrînên me yên cuda hebin, lê îro ez ji duh geşbîntir im ku em bi hev re pêş bikevin.’’
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

