Xanima Yekem a Êraqê: Em amadene ji bo serweriya qanûnê hevkariyê bikin

Kurdistan 04:02 PM - 2023-05-16
Xanima Yekem a Êraqê serdana Dadgeha Silêmaniyê kir Ofîsa Xanima Yekem a Êraqê

Xanima Yekem a Êraqê serdana Dadgeha Silêmaniyê kir

Kurdistan Êraq Xanima Yekê ya Êraqê

Xanima yekem a Êraqê Şenaz Îbrahîm Ehmed roja sêşemê 16-5-2023 serdana Dadgeha Silêmaniyê kir û ji aliyê dadwer Casim Ceza û Cefer Hewramî Serokê Dadgeha Pêdaçûnê ya Herêma Silêmaniyê ve hat pêşwazîkirin.
Armanca sereke ya vê serdanê piştgirîkirina dezgeha dadwerî û tekezî li ser serwerî û serxwebûna dezgeha dadwerî û fêrbûna çawaniya kar û xebata wek xanima yekem û saziya serokatiya komara Êraqê bû.
Di civînê de ku Cîgirên Serokê Dîwanê amade bûn, rewşa dadgeh û saziyên dadwerî li Kurdistanê bi giştî û parêzgeha Silêmaniyê bi taybetî hate gotûbêjkirin.
Serokê dadgehê behsa pirsgirêkên li ber karê dadgehan kir  ku dibe sedema kombûna dozan û derengmayîna wan, ku ya herî girîng nebûna dadwer, lêkolînerên dadwerî û karmendan û nebûna bûdceya dadgehan e.
Li hember de jî xanima yekem a Êraqê behsa giringiya rola dadgehan li parastina ewlehiya civakî, kêmkirina tundî û tawanan û vegerandina mafên xwediyên wan kir û got: “Em amadene ji bo her alîkariyek , hemahengiya ku xizmeta dadweriyê bike , cîbicîkirina biryarên wê û piştgiriya serxwebûna saziyên dadwerî."
PUKMEDIA

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket