Kosrat Resûl û Amar Hekîm: Pêwîste pirsgirêk werin çareserkirin

Kurdistan 07:18 PM - 2023-05-12
Heval Kosrat Resûl û Sayid Amar Hekîm taybet

Heval Kosrat Resûl û Sayid Amar Hekîm

Êraq

Îro piştî nîvro 12 - 2023 li bajarê Silêmaniyê Kosrat Resûl Elî serokê encûmena bilinda siyasî û berjewendên YNKê pêşwazî li Seîd Amar Hekîm serokê Tevgera Rewta Niştîmanî kir
Di dîdarê de ku Derbaz Kosrat Resûl endamê desteya kargêr yê polîtburoya YNKê û hejmarek ji endamên polîtburoya tevgera rewta nîştimanî amade bibûn, heval Kosrat Resûl pêşwaziya şandeya mêvan kir û derbarê kûrniya peywendiyên herdu aliyan ê dîrokî de gotûbêj kir û pesnê rola malbata Hekîmya di avedankirina Êraqê de da, ku roleke qehremantî û şoreşgerî dîtiye anî ser ziman.

Her weha di dirêjîya axavtina xwe de heval Kosret Resûl Elî tekez li ser pêşxistina peywendiyên di navbera hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê û Êraqê de kir û got: Erkê hemû hêz û aliyan e ku hemahengî û yekrêziya di navbera xwe de biparêzin û kêşeyan bi rêya diyalogê û hevdîtinan çareser bikin.

Ji aliyê xwe ve Seyid Amar Hekîm kêfxweşiya xwe ji bo tendirustiya Kosrat Resûl anî ziman û rol, têkoşîn û fedekariya gelê xwe yê rêzdar ku di serdemên dijwar ên têkoşînê de roleke qehremanî û têkoşerî lîstiye bilind nirxand.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket