Talebanî: Emê karê kompanya û sermayedarên Amerîkî hêsan bikin
Kurdistan 06:43 PM - 2023-05-10
Ofîsa Qubad Talebanî
Qubad Talebanî û şanda Odeya Bazirganî ya Amerîka û Kurdistanê
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwaziya şandeke Encûmena Karsaziya Amerîka û Kurdistanê bi serokatiya David Tafurî kir û di wê hevdîtinê de çawaniya pêşxistina peywendiyên bazirganî di navbera Amerîka û Kurdistanê de û çend mijarên din ên balkêş hatin gotûbêjkirin.
Civîna roja 10.05.2023 li bajarê Hewlêrê bi amadebûna Cîgirê Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Daban Şadala û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê Beyanî Samî Ebdulrehman hat lidarxistin ,Talebanî got: “Hemû cure hêsankarî dê ji bo kompanya û sermayedarên Amerîkî yên ku dixwazin li Kurdistanê sermayesaziyê bikin, bê dayîn.
Şanda Odeya Bazirganî ya Amerîka û Kurdistanê armanca serdana xwe ya Kurdistanê rave kir û amadebûna xwe ji bo beşdarbûna zêdetir û bi bandortir di veberhênanên di warên curbicur de nîşan da û got ku ew dixwazin di başbûn û geşepêdana aborî ya Herêma Kurdistanê de beşdar bibin.
Di beşeke din ya civînê de rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê hate gotûbêjkirin u Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî got: “Hewldanên cidî ji bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî hene û têgihiştinek baş di navbera aliyên siyasî de çêbûye ku bêyî yekrêziyê em nikarin rûbirûyê hemû pirsgirêkên li pêşiya Herêma Kurdistanê bibin.
Derbarê peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de jî, Qubad Talebanî got: "Em dixwazin bi awayekî radîkal û bingehîn pirsgirêkên xwe ligel Bexdayê çareser bikin, em ê bixebitin ku hem yasaya bûdceyê hem jî yasaya petrol û gazê di zûtirîn dem de di berjewendiya hemû aliyan de derbikeve.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

