Civîn ji bo çareserkirina pirsgirêkan derfetan dide
Kurdistan 08:29 PM - 2023-05-09
PUKMEDIA
Hewlêr
Endamê Mekteba Siyasî ya YNKê ragihand, civîna navberî serokwezîr û cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo şikandina astengî di navbera her du tîmên di nav hikûmetê de ye û çareserkirina pirsgirêkan zor girîng bû û li ser asta navxweyî û navdewletî jî pêşwaziya germ lê hat kirin û got: “Piştî civîna serokwezîr û cîgirê wî, dibe derfetekî baş ku em behsa çareserî û daxwazên YNKê bikin, ku ev yek jî daxwaza gelê Herêma Kurdistanê ye.
Civîn hem li herêmê hem jî li qada navneteweyî bi erênî hat pêşwazîkirinJi bo çareser kirina pirsgirêkan divê rêyên zêdetir ji bo têgihiştin û nêzîk kirina tîmên YNK û PDKê li hev bên girtin.
Endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Stran Ebdullah ji PUKMEDIA re ragihand:"Pêşwaziya germ di asta navxweyî û navdewletî de ji bo hevdîtina Serokwezîr û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tê wateya avêtina pêngavan ji bo çareserkirina pirsgirêkan û dirustkirina jîngeheke guncaw û têgihîştina hevbeş li ser hemû pirsgirêkan."
“Piştî civîna serokwezîr û cîgirê serokwezîr, niha derfetek başe ji bo gotûbêjkirin û çareserkirina daxwazên YNKê ku daxwaza gelê Herêma Kurdistanê ye, ji bo birêvebirina baştir û xizmetkirina zêdetir ji bo gel.’’ got.
Stran Ebdullah got, destpêşxeriya dostên me ji bo çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê bi xêr û xweş e û ji bo gelê Herêma Kurdistanê xwedî wateyeke mezin e."Em hêvîdar in ku rêyên zêdetir ji bo nêzîkkirina YNK û PDKê di hikûmetê de werin girtin."Em di wê baweriyê de ne ku piştî civîna serokwezîr û cîgirê wî çareseriya pirsgirêkan leztir be , ku ev yek di berjewendiya gelê Herêma Kurdistanê û pêkhateya herêmê de ye."
YNK dê gelê kurd ji bindestiyê rizgar bike
Helwestên nû yên YNKê li hember hikûmetê ji bo başbûna xelkê Herêma Kurdistanê ne.
Endamê Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bêstûn Sebûraweyî ji PUKMEDIA re ragihand:YNK ji destpêkê ve ji bo rizgar kirina gelê Kurd ji bindestî û zulmê hatiye damezrandin û piştî rizgar kirinê jî, armanc ewe ku îdareyeke guncaw ji bo gelê Herêma Kurdistanê ye , helwesta tîmê wezîrên YNKê vê kabîneyê de di vê çarçoveya de bû.
"Helwestên nû yên YNKê li hember hikûmeta Herêma Kurdistanê tenê ji bo aramiya zêdetir ji bo gelê Herêma Kurdistanê û yekrêziya Kurdistanê bû, ji ber ku daxwaz daxwazên gel bûn û YNKê her dem rûmeta gelê Kurdistanê parastiye. "wî got.
“Em geşbîn in ji bo hevdîtina serokwezîr û cîgirê serokwezîr, ku tê çaverêkirin civîneke berhemdar be, bi mebesta çareser kirina pirsgirêkan û bihêztir kirina desthilatdariya Herêma Kurdistanê û bihêzkirina peywendiyên YNK û PDK.’’got
Duşemî 08.05.2023 li bajarê Hewlêrê Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiyan û tekez li ser çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê kirin,ji bo parastina berjewendiyên netewî û mafên destûrî yên hemwelatiyan û parastina yekîtiya navxweyî.
Di vê navberê de, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Brîtanya û Koreya Başûr peyamên dîplomatîk ên piştgiriyê şandin û ev gav wekî derfetek çêker ji bo çareserkirina pirsgirêkan dîtin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06





.jpg)
Aplîkêşin

