YNK: Bi guhartina yasaya hilbijartinan neheqiyê kursî bi awayekî dadperwerî dabeş dike

Rêportaj 12:35 PM - 2023-05-09
Berpirsê dezgeha hilbijartinên YNK PUKMEDIA

Berpirsê dezgeha hilbijartinên YNK

Yekîtî Hilbijartin

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê tekezî li ser wê yekê kir ku berî lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pêwîstî bi guhertina yasaya hilbijartinan heye, ji ber ku ev yek helbijartinan zelal û dadperwer dike.

Cûdahiya mezin di qeyda dengdêran de
Berpirsê Ofîsa Hilbijartinan a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Rizgar Hacî Hema di kongreyeke rojnamevanî de ku PUKMEDIA lê amade bû, ragihand: ferqeke mezin di navbera tomara dengderan li hikûmeta federal û ya hikûmeta Herêma Kurdistanê de heye.
Got jî: cudahiya di navbera her du tomaran de li parêzgeha Hewlêrê zêdekirina 198 hezar kese, lê li Silêmanî û Helebçe jî mijar berovajî vê yekê ye, hejmara dengderan zêdetirî 128 hezar kesan kêm bûye. Li parêzgaha Duhokê tomarkirina dengderan li Herêma Kurdistanê bi 216 hezarî ji tomarên dengderên Êraqî zêdetire û tiştê ku Yekîtiya Niştimanî dixwaze ew e ku tomara dengderan li Êraqê were pejirandin ji ber ku paqijtire.

Silêmanî ji mafê xwe yê rewa bêpare
Berpirsê ofîsa hilbijartinan amaje bi vê yekê jî kir: Nabe kar di nav deftera dengderan de ku ev cudahiya mezin tê de heye û li hinek deveran zêde dibe û li hinek deveran kêm dibe bê kirin û Silêmaniyê ji mafê xwezayî yê wergirtina kursiyên parlamentoya Kurdistanê bêpar e, û ew jî dibe sedema dabeşkirina kursiyên zêdetir ji mafê parêzgehên Hewlêr û Duhokê.
Wî berdewam kir: Yekîtî piştevaniya lidarxistina hilbijartinan di dema xwe de dike, lê nabe ku helbijartin bi tomareke  nedadperwerane were kirin û rêjeya wê ya rastîn bi qasî 300 hezar dengderan zêdetir bibe.


Pir dezgehî ji bo Herêma Kurdistanê baştir in
Berpirsê ofîsa hilbijartinan got: Em piştevaniya lidarxistina helbijartinan li çend dezgehan dikin ji ber ku sîstema yek deverî gelek xalên nerênî hene û ne sîstemeke adil e û hejmara kursiyên parêzgehan bi awayekî adil nayê dabeşkirin, lê di sîstema pir dengan de namzed nûnertiya rasteqîne yê deverê xwe dike.
Rizgar Hacî Hema amaje bi wê yekê jî kir ku di qanûna kevin de xiyanet û neheqiyeke mezin li parêzgeha Silêmaniyê hatiye kirin û di Parlamentoya Kurdistanê de 37 kursî jê re hatine terxankirin, lê li gorî sîstema çendîn pêkhateyan, parêzgeha Silêmaniyê 45 kursî di Parlamentoya Kurdistanê de distîne, tekez kir ku cudahî 8 kursî ye.

Daxwazên me rewa ne
Rizgar Hacî Hema teqez kir ku daxwazên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê rewa ne û ew dixwaze ew neheqî û pêşdaraziyên ku li parêzgehên Silêmanî û Helebçe hatine kirin ji holê rakin û amaje bi wê yekê jî kir ku sîstema yek dengî zêdetir kursiyan ji mafên wan zêdetir dide parêzgehan.
Tekez kir ku Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê parêzvanê mafên ciwanan e û hewl dide navên wan di tomara dengderan de li Herêma Kurdistanê tomar bike da ku beşdarî hilbijartinan bibin, dengên xwe bidin û mafê xwe yê xwezayî bikar bînin.
Got jî: Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê piştevaniya dabeşkirina kursiyên pêkhateyan li ser hemû parêzgehan dike daku pêkhate nûneratiya rasteqîne li parlamentoya Kurdistanê de hebe û kursiyên pêkhateyan ji bo armancên siyasî neyên bikaranîn. Wî bal kişand ser wê yekê ku di qanûna hilbijartinên Herêma Kurdistanê de hejmara kursiyên pêkhateyan û mekanîzma dabeşkirina wan li ser parêzgehan nehatiye diyarkirin û got: Em dixwazin dadmendî di dabeşkirina kursiyên pêkhateyan li ser parêzgehan hebe.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket