Pirsgirêk bi diyalog û lihevkirinê çareser dibin
Kurdistan 06:48 PM - 2023-05-08
PUKMEDIA
Mesrûr Barzanî û Qubad Talebanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser yekrêziya navxweyî kirin û diyalogê weke kilîta çareseriya pirsgirêkan dinirxînin û gotin:“YNK’ê her tim diyalog weke çareseriya pirsgirêkan nirxandiye, tişta ku bi diyalogê pêk were, di ti warî de pêk nayê.’’
Îro 8.5.2023ê Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiyan û tekezî li ser çareserkirina kêşeyan bi rêya diyalogê kirin.
YNKê deriyê diyalogê negirtiyeYNKê her tim ji bo yekrêziya Kurdan hewl daye û ji bo çareserkirina pirsgirêkan deriyê her diyalog û destpêşxeriyê vekiriye.
Endamê Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Hemed Emîn Şîrwanî ji PUKMEDIA re ragihand: “Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) her dem yekrêziya Kurdistanê û xizmetkirina gelê Herêma Kurdistanê weke erkê xwe dîtiye.’’
Serokê YNKê li malên Mam li Dukan û Bexdayê xema yekrêziya Kurdan dikir û dike.”
Şîrwanî di berdewamiya axaftina xwe de got: "YNKê hertim diyalog weke çareseriya pirsgirêkan hesibandiye û ti carî deriyê diyalogê negirtiye ji ber ku di wê baweriyê de ye ku tişta ku bi diyalogê pêk were, di ti warekî din de nayê bidestxistin."
Rewşa Herêma Kurdistanê pêwîstî bi yekrêziyê heyeYNK’ê hertim li ser rêbaza Serok Mam Celal diyalog weke çareseriya pirsgirêkan nirxandiye û bi rêya diyalogê xizmeta welatiyanê herêmê kiriye.
Endamê Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Ehmed Zrar ji PUKMEDIA re ragihand:"YNK'ê her tim ji bo cîbicîkirina daxwazên gel û xizmetguzariyên zêdetir û yekrêziya Kurdistanî kiriye armanc û ji bo vê yekê jî civîn û diyalog weke çareserî dîtiye û rewşa Herêma Kurdistanê pêwîstî bi yekrêziyê heye û ji bo berjewendiyên neteweyî û mafên destûrî bên parastin."
Ehmed Zrar got: “Siyaseta YNKê ji bo yekrêziya Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkan nehatiye guhertin û ji destpêka damezrandinê ve heta niha hewla bidestxistina maf û yekrêziya gelê Kurd daye û ji bo vê yekê jî gelek qurbanî dane xelkê Herêma Kurdistanê.
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî roja 04.05.2023 li Hewlêrê pêşwaziya Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo karûbarên Rojhilata Navîn Barbaralev Yadrid kir û di civînekê de, Qubad Talebanî got: "Divê em hewl bidin pirsgirêkên navxweyî bi berpirsyarî çareser bikin û nakokiyên siyasî û hizbî negihêjin asta derbaskirina hêlên sor ên niştimanî û bi taybetî lawazkirina pêgeha herêmê li Êraqê."
Wî got: "Em pêşwaziya her destpêşxeriya çareserkirina pirsgirêkan dikin û amade ne komîteyeke hevbeş pêk bînin ji bo çareserkirina hemû xalên nakokiyê, tevî beşdariya nûnerên hevpeymanan."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

