Peyvdarê YNKê: YNKê amadeye di dema xwe de hilbijartinan bike
Kurdistan 10:08 AM - 2023-05-08
PUKMEDIA
Peyvdarê YNKê Dr. Cemal Tahir
Peyvdarê fermî yê YNK`ê Dr. Soran Cemal Tahir tekez kir ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê amade ye ji bo hilbijartinên parlemana Kurdistanê pêk bîne.
Dr. Soran Cemal Tahir di evê bareyê de ji PUKMEDIA re ragihand:"Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê amade ye hilbijartinan bike û ev hilbijartin pêdivêyî çend bingehên serekî yên wek serrastkirina yasaya hilbijartinan û çalakkirina komisiyona hilbijartinan in."
Her weha di daxuyaniya xwe de, wiha lê bêhtir kir û got: "Hewlên me jibo serrastkirina yasaya hilbijartinan bûn û gelê Kurdistanê û hemû alî yên siyasî piştîvaniya pêşinyarên me yên ji bo hilbijartinên parlemana Kurdistanê dikin, yasaya hilbijartinan pir kevin bûye û pêdivê ye ku bihê serrastkirin".
Peyvdarê fermî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Dr. Soran Cemal Tahir di dirêjahiya daxuyaniya xwe ji PUKMEDIA`yê re weha dazanîn: "Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê piştîvaniya wê yekê dike ku pêkhatan di parlemana Kurdistanê de nûneratiyeka rasteqîne ê wan hebe û hîna zû ye û aliyên siyasî dikarin razî bin ku yasaya hilbijartinan bê hemawrkirin û serrastkirin û xalên nakokdar ên di navbera xwe de çareser bikin".
Dr. Soran wiha berdewam kir û ragihand: Eger rêkeftinek di navbera aliyên siyasî de pêk were, em dikarin di heyama du hefteyan de, yasaya hilbijartinan sererast bikin û Komîsyona Hilbijartinan pir çalak bikin û ji bo parastina navûdeng û giraniya Herêma Kurdistanê jî, divê hemû aliyên siyasî lihev bikin daku hilbijartin di dema xwe ya diyarkirî de birêve biçe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

