Qubad Talebanî: Kêşeyên navxweyî ziyan didin bi pêgeha Herêmê
Kurdistan 06:16 PM - 2023-05-07
Taybet
Qubad Talebanî û Mark Rîçardisin
Qubad Talebanî derbarê rewşa niha li Herêma Kurdistanê de wiha got: "Kêşeyên navxweyî ziyan didin bi pêgeha Herêmê."
Cîgirê serokê hikumeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî pêşwazî li balyozê Brîtanya yê li Êraqê Mark Rîçardisin û şanda bi wî re kir. Di wê civînê de, herdu aliyan li ser rewşa siyasî û giştî li Herêma Kurdistanê û Êraq û navçeyê gotûbêj kirin.
Di civîna du qolî de, ku îro roja yekşemê 7-5-2023`an li bajarê Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê birêve çû, derbarê pirsa hilbijartinên dahatûya parlemana Kurdistanê Qubad Talebanî ragiahnd: "Em wek YNKê li gel wê yekê de ne ku hilbijartinên parlemana Kurdistanê bi zûhtirîn dem werin kirin û me hewil daye jî ku hilbijartineke pak û bêgerd û zelal û azad were pêkanîn ku bi standariya navnetewî pêk were taku mitmenaya xelkê bi saziyên hikumetê bihêztir bibe.
Cîgirê serokwezîran ê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî amje bi wê yekê kir ku di heyama derbasbûyî de, civînên me li gel aliyên siyasî erênî bûn û tenê hinek xalên nakokdar hebûn ku ew jî li ser mijara kursiyên kotakan bû ku ew jî têne çareserkirin û em geşbînin bi wê yekê ku di demeke nizîk de wê were çareser kirin."
Sebarat bi kêşe û aloziyên navxweyî ên Herêma Kurdistanê jî, Qubad Talebanî ragihand: "Ev kêşena ziyanê dighînin bi pêgeha Herêma Kurdistanê, her ji bo wê jî, me wek YNKê pêştir jî ragihandibû ku em amadene ji bo her rengên destpêşxweriyên ji bo çareserkirinê. Her weha aşkire kir: Niha hindek hewildan hene ku geşbîniyê çê dike û wê di demeke nizîk de bi arasteya pêngav bînin û wê beşek mezin bi ser kêşeyan zal bibin".
Her di beşeke din ya wê dîdara du qolî de, Talebanî ragihand ku kêşeyên me li gel Bexdadê bi awayekî dirêjxayan wê erin çareserkirin û eger bikaninbin kêşeyên xwe ên navxweyî çareser bikin bi yekbuyî û yekrêzî kar bikin wê esantir be li gel Bexdadê ku wê alozî werin çareser kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

