Gotinên serok Bafil hatin bi cih kirin
Kurdistan 05:15 PM - 2023-05-06
PUKMEDIA
Hikumeta Êraqê gotinên serok Bafil pêkanî
Hikumeta Êraqê ya federalê bi kirdarî gotinên serok Bafil Celal Talebanî di warê kirdarî de bi cih anî
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê herdem bûye pêwerê çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdadê de li ser petrolê ku tenê rêkeftine.
Ew jî ku niha tê dîtin ku petrolê (neft)a Besrayê qerebuyê nefta herêma KurdIstanê dike di encamê de ew rêkeftina ku di navbera Herêma Kurdistan û Êraqê de hatiye kirin û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê pêştir daxwaz kiribû ku ew rê bi riya rast a çareseriya rasteqîne dizanî.
Serok Bafl: Bexdad rêya hinardekirina petrolê ya raste
Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Bafil Celal Talabanî di dîdara Hewlêrê de ku di 1 `ê Adara îsal de birêve çû bû, beriya niha ragihandibû: "Birayên me li Bexdadê amade ne li ser mijara petrolê bli gel herêmê li hev bikin, di heman demê de weke ku serokwezîrê Êraqê jî dibêje, tenê Besrayê bi hezaran cara li herêmê dewlementir ji bilî ku dibe ku bi Bexdadê re li hev bikin ku ev jî rêbazeke destûrî ya dahata petrolê ya şefaf e."
Qubad Talebanî em pişgirirya rêkeftina Herêm û Êraqê dikin
Pêwîste ku di dahatên petrolê û xerckirina li herêma Kurdistanê şefafiyet hebe û ev daxwaza wê yekê jî ew e ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê daxwaza xizmetguzariya ji xelkê re kiriye û li ser wê baweriyê ye ku firoştina petrola herêma Kurdistanê bi rêya Kopaniya Somo şefafiyetê bi xwe re tîne.
Her weha cîgirê serokê hikumeta herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di heyama beşdariya xwe de ya di dîdara Êraqê de ji bo aramî û vejandina Bexdadê ragihand:"Gelek caran di dîdaran de, ne xema min e ku petrolê bifiroşe, belê ya giring ew e ku em bizanin ka em petrolê çawa difiroşin û dahatên wê jî wê çi be. Ez jê natirsim belê girîng e em bizanin ka em petrolê çawa difiroşin û dahata wê ê çawa be".
Weha Qubad Talebanî di dirêjahiya daxuyaniya xwe de wiha pêda çû û got: "Em piştgîriya rêkeftina di navbera Herêm û Êraqê de li ser pirsa petrolê dikin û kopmpaniya Somo berpirsê hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ye".
Sûdanî : Em ê mûçeyê herêmê peyda bikin
Li gorî destûrê, eger petrola Herêma Kurdistanê were hinardekirin an nebe, wê hikûmeta navendî ya Êraqê mûçeyên fermanberên herêma Kurdistanê peyda bike û bişîne.
Serokwezîrê Êraqê Mihemed Şîyah Sûdanî di dîdara Êraqê de ragihand, "Peydakirina mûçeyên mûçe xwerên hikumeta Herêma Kurdistanê erkê hikumeta navendî ya Êraqê ye, lewre eger petrol bê henerdekirin yan na, em berpirsyarê peydakirina mûçeyên herêma Kurdistanê ne."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

