Civata Nûneran xwendina duyem ya projeyasaya parêzgehbûna Helebçeyê dike

Kurdistan 11:15 AM - 2023-05-04
Encumena Nûneran PUKMEDIA

Encumena Nûneran

Parêzgeha Helebçe Encumana Nûneran

Biryare îro pêncşemê bi hewlên berdewam yên YNK civata nûneran xwendina duyem a projeyasaya xistina Helebçe di nav parêzgehên li Komara Êraqê ku ji aliyê komîteyê ve hatibû pêşkêşkirin Herêm û parêzgehên ku nehatine birêxistinkirin, bike wek hurmetek ji qurbaniyên mezin ên xelkê wê re di encama bombebarana bi çekên kîmyayî yên qedexe ji aliyê rêjîma hilweşiyayî ve di Adara 1988an de. û ji bo piştgiriya statuya cîhanî ya ku di encama van qurbanîdanan de bi dest xistiye.

Hewldanên yekîtiya Niştimanî berdewam in
Nûnera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Dr.Biryar Reşîd di daxuyaniyeke taybet de ji PUKMEDIA re ragihand: Yekîtiya Niştimanî li gel aliyên din yên parlemantoyê ji bo bilezkirina vê projeyasayê ku wek qerebûkirinê ji welatiyên wê re tê hesbandin di şêwirên berdewam de ye.
Wê her wiha got: "Em li gel pêkhateyên din ji bo yasakirina vê projeyê û xizmetkirina xelkê parêzgehê kar dikin."
Naveroka qanûna parêzgeha Helebce

Naveroka proje yasaya parêzgehkirina Helebçe li Komara Êraqê li ser bingeha xala yekem a madeya (61) ya destûra Êraqê, Encûmena Nûneran biryar da ku van yasaya derbixe:
-  Yasaya hesbandin Helebçe wek parêzgehek li Êraqê

Benda yekê:
Li Herêma Kurdistanê-Êraqê parêzgehek bi navê (Helebçe) bibe parêzgariya nozdehemîn a Komara Êraqê û navenda wê jî navçeya Helebce be.
Benda duyemîn:
Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê-Iraqê sînor û yekeyên îdarî yên parêzgehê destnîşan dike.
Benda sêyem:
Desthilatdarên pêwendîdar divê bendên vê qanûnê bi cih bînin.
Benda çarem:
Ev qanûn ji roja ku di Rojnameya Fermî de (Rojnameya Îraqî) hat weşandin, wê were cîbicîkirin.
Sedemên erênî:
Ji ber pêwîstiyên berjewendiya giştî û di encama mezinbûna bajarî û nifûsa bajarê Helebçe û qurbanîdana mezin a xelkê wê û ziyanên madî, mirovî û jîngehê di encama bombebarana wê de di adara 1988’an de û ji bo piştgirîkirina statuya navneteweyî ya ku di encama van qurbaniyan de bi dest xistibû, ev qanûn hate derxistin.

 

Ji bo Parêzgariya Helebçe qanûnek pir girîng

Pisporê yasayî Elî Temîmî di daxuyaniyeke taybet de ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî PUKMEDIA re dibêje: Ev yasa dê wek parêzgehên din gelek mafan bide Helebçeyê.
Got jî: dê rêjeyek di budceyê da hebe, wek hemû parêzgehan û xercîyên parêzgeh, fermangeh, dezgeh û karmendan bê peydakirin.

Qerebûkirina kesên ku ji sûcên Baasê bandor bûne
Elî Temîmî dibêje: Yasakirina vê yasayê dê lezê bide qerebûkirina kesên ku ji encama tawanên dijî mirovatiyê hatine.
Got jî: dema Helebçe bibe parêzgeh, dê liv û tevgera li ser asta navdewletî zûtir û berfirehtir bibe û dê bajareke wêrankirî were hesêb û dê ji hemû welatan alîkarîyên darayî û alîkarîyên mezin jêre werin. Ev yasa dê rê li ber qerebûkirin, û alîkariyên navxweyî û navdewletî ji parêzgeha Helebçe re veke, ji ber ku ji aliyê çandiniyê ve parêzgehek pir girîng e.

 

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket