Qubad Talebanî: Pişka Herêmê tevlî nekokiyên siyasî nekin
Kurdistan 09:34 PM - 2023-05-03
PUKMEDIA
Qubad Talebanî
Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî tekez kir ku stratejiya me ew e ku xizmetguzariyê ji hinardekirina enerjiyê re pêşkêşî welatiyan bikin û em naxwazin pişka herêmê ji bûdceya ku ji Êraqê tê, bi nakokiyên siyasî re têkel bibe.
Dibêje “Li ser dosyaya petrolê li Herêma Kurdistanê û çawaniya firotina wê û dahata wê xwepêşandan tên kirin û mafê welatiyan heye ku hûrgiliyên wê pirsê bizanibin.
Qubad Talebanî îro Çarşemê di çarçoveya beşdariya di Dîdara Êraqî ya ji bo asayîş û geşepêdanê de li Bexdayê ragihand, pêwîstiya Êraq û Herêma Kurdistanê bi hinartina petrol û gazê heye û pêwîstiya me bi qanûna gazê heye û berî hinardekirinê, divê em li ser dabînkirina hewcedariyên herêmê bifikirin û vê enerjiyê bi awayekî bikar bînin.
Hevkariya aliyan di hinartina petrol û gazê de
"Divê em ji vê derfetê sûd werbigirin ji bo hinartina petrol û gazê li Êraqê. Di vê mijarê de bi stratejiyên nû pêdiviya me bi geşepêdana zêdetir heye da ku em di destpêkê de xizmetguzariyê ji welatiyên xwe re pêşkêş bikin bi awayekî ku dahata enerjiyê ji welatiyan re vegere. Lê belê em dizanin ku pirsa enerjiyê ne pirsgirêkek e ku di rojekê de were çareser kirin, lê em ji paşeroja xwe geşbîn in."
Qubad Talebanî derbarê helwesta aliyên siyasî li ser pirsa neft û gazê de amaje bi wê yekê jî kir: “Pêwîste aliyên siyasî xwedî niyetek baş û rast bin û di warê hinartina petrol û gazê de hevkar bin, ku ev yek dikare roleke girîng di bûdceyê bilîze û li ser pêşnûmeya qanûna bûdceyê li hev bikin."
Li ser mijara petrolê li herêmê xwepêşandan tên lidarxistin
Qubad Talebanî di wê dîdarê de got: "Me çendîn caran di hevpeyvînan de tekez kir ku em giringiyê nadin kî petrolê difroşe, lê divê em bizanin ka çawa petrolê difroşin û dahata wê li ku diçe, mebesta min zelalbûna xerc û dahatê ye û em piştgiriya xwe radigihînin bo rêkeftina Herêm û Bexdayê li ser pirsa petrolê, ji ber ku SOMO kompanyayeke berpirsê hinartina petrola Herêma Kurdistanê ye.
Derbarê pirsa mêhvanekî derbarê hinardekirin û dahata petrola herêmê de jî, Qubad Talebanî got: Ez venaşêrim ku li Herêma Kurdistanê xwepêşandan li ser pirsa neftê tên kirin, mafê hemwelatiyên herêmê heye ku bizanin çawa naft tê frotin Got jî: “Herêma Kurdistanê bi salan bûdce nîne, lê bûdce pişta şefafîyetê di dahat û xercîyan de ye.”
Qubad Talebanî li ser pirsa mêvanekî din derbarê pişka herêmê di bûdceya Êraqê de got: “Em piştevaniya projeyasaya bûdceyê dikin û em dixwazin hemû maf û darayiyên Herêma Kurdistanê di bûdceya Êraqê de bên parastin û divê pişka ku tê herêmê bi nakokiyên siyasî re neyê tevlihevkirin û aliyek bi tenê ye Dahatên herêmê yekdestdar û wek ceza li dijî herêmeke diyarkirî bikar tînin, berovajî, em dixwazin hemû navçeyên Herêma Kurdistanê bê cudahî ji pişka herêmê sûd werbigirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

