YNKê hilbijartinê dixwaze û PDKê jî jê direve
Kurdistan 03:45 PM - 2023-04-30
PUKMEDIA
YNKê hilbijartinê dixwaze û PDKê jî jê direve
Wek hemû deman Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê proseya hilbijartinê ya zelal dixwaze û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)ê jî ji wê proseyê direve.
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê sûre li ser encamdana hilbijartinê ku di piştî xwe de û mpêşniyara Neteweyên Yekbûyî li ser kursiyên kêmneteweyan û pêkhatan di parlemanê de ji bo çareserkirina rewşê bi girîng dizane.
Endamekî serkirdeyetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê dibêje: Di Herêma Kurdistanê de, aliyên din ji bilî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)ê hemû li gel encamdana hilbijartieneke pak û bêgerdin.
Ji bo vekirina pirsa hilbijartinan û çareserkirina kêşeyan, Bafil Celal Talebanî hemû amadeyîyekî xwe ji bo giftugokirina li ser mijara proseyê derbiriye û ji Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)ê daxwaza kir wek yekem pêngav di prisa hilbijartinan de dest bi giftugoyan bikin, di wê çarçoveyê de, çendîn car dezgeha hilbijartinên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê bi mekteba hilbijartinên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)ê re civiyan ye.
YNKê ji bo demokrasiyê qurbanî daye
Endamê serkirideyetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê û berpirsê borda peywendiyên Kurdistanî yê mekteba peywendiyên YNKê ji malpera YNKê ya PUKMEDIA`yê re ragiahnd: "Di dema berê û niha de jî, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê her hewil da ye ku demokrasiyê bi cih bike û ji ber wê jî, qurbanî jî da ye, bi taybet ji bo pêvajoya hilbijartinan ku beşek ji proseyê ye û daxwazên ji bo pirsgirêka hilbijartinan hene, ew jî daxwazên gel û partiyên dinin ku hilbijartineke paqij û bêgerd pêk bînin."
"Dirêpêdana bi civînên dezgeha hilbijartinan ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê û Mekteba hilbijartinan ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)ê li ser daxwaza Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê ye, lê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)ê ji bo vê proseya girîng gavên pêwîst navêje û hewil dide xwe jê dûr bixe." Salar Serhed wiha got.
YNK`ê Hilbijartinên ne zelal napejrîne
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê dixwaze hilbijartinên dahatû ya Herêmê bibe hilbijartinên demokrasî û ne bi hilbijartinên kevneşopî yên berê ên ne zelal be.
Salar Serhed dibêje: " Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê û hemû partiyên din, ji bilî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)ê, dixwazin hilbijartineke gelek pak û azad û bêgerd di Herêma Kurdistanê de were birêve birin, û li rastiya proseya demokrasiyê bê nixumandin, ne weke ya dema bihurî li ser hilbijartinên derbasbûyî ku me dîtibû.
Her weha endamê encumena serkirdeyetiya YNKê ragihand:"Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê tu carî li gel kêmkirina kursiyên pêkhatan nebû ye, lê daxwaza hevpeymanan di parlemanê de heye ku bibe xwedî nûnerên rasteqîne yên xwe û pêşniyara Neteweyên Yekbûyî jî ew e ku namzetên pêkhatan bi ser parêzgehan bête dabeşkirin."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

