Qubad Talebanî pêşhatên siyasî, aborî digel serokên Bilgarî û Qubrisî gotûbêj dike

Kurdistan 09:51 AM - 2023-04-29
Qubad Talebanî digel serokên Bilgariya û Qubrisê kir Nivîsgeha Ragihandinê yê cîgirê serokhikûmetê

Qubad Talebanî digel serokên Bilgariya û Qubrisê kir

Kurdistan Qubad Talebanî

Qubad Talebanî Cîgirê Serokê Hiûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya beşdariya di çalakiyên Dîdara Aborî ya Delphî ya Yunanistanê de, ligel Serokê Bulgaristanê Roman Radev civiya.

Di hevdîtinê de her du alî behsa peywendiyên dualî û pêşhatên dawî yên siyasî û aborî kirin û tekez li ser bihêztir û pêşxistina têkeliyên navbera Herêma Kurdistanê û Bulgaristanê kirin.

Qubad Talebanî ji bo pêşxistina şêweya hikm got: Ji bo geşepêdana Herêma Kurdistanê pêwîste em ji ezmûnên pêşketî yên welatan sûd werbigirin daku, ji bo xizmetkirina welatiyan rêveberiyeke baş hebe.

Derbarê birêvebirina samanên xwezayî de jî Talebanî got: Em piştevaniya baştir birêvebirina samanên xwezayî dikin bi awayekî ku bê cudahî bibe çavkaniya xêrê ji bo hemû pêkhateyên Êraq û Herêma Kurdistanê.
Got jî: divê berî her tiştî em kar ji bo dabînkirina pêdewîstiyên xwe yên navxweyî bikin û paşê bîr li hinartina dervey herêmê bikin, û nabe em pişta xwe bidin neftê wek jêdera dahata darayî, belku divê em ji sektorên Çandinî, geştiyarî, pêşesazî û saktora taybet sûd werbigirin.

 

 Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî jî ligel Serokê Qibrisê Nicos Christodoulides civiya.
Di hevdîtinê de Qubad Talebanî got: Em berdewam in li ser hewlên xwe bo baştirkirina proseya hikumraniya Herêma Kurdistanê û ev dîdar baştirîn derfete bo sûdwergirtina ji ezmûnên welatên beşdar.
Di hevdîtinê de her du alî li ser çawaniya sûdwergirtina ji ezmûnên pêşketî û mekanîzmayên kar bo bidestxistina hevsengî, rêkxistin û birêvebirina samanên xwezayî guftûgo kirin û Qubad Talebanî amaje bi wê yekê jî kir ku pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi curbecurekirina çavkaniyên hatina derve heye nabe em pişt bidin naftê tenê ji ber ku me berê dît ku ev çavkanî ji bo me nû ye, pirsgirêkên darayî û bê aramiya aborî.

 

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket