YNKê bi awayekî cuda ligel aliyên siyasî yên Êraqê dicive
Kurdistan 10:19 AM - 2023-04-28Civîna şanda Mekteba Siyasî
Pênşemî 27.04.2023, şandeke pilebilind a Mekteba Siyasî bi serokatiya endamê Kargêrî ya Mekteba Siyasî Refet Ebdullah û endamê Mekteba Siyasî Rizgar Hacî Hema bi amedebûna Wezîrê Jîngeha Êraqê Nizar Amêdî serdana ofîsa Wezareta Dad a Êraqê li Bexdayê kirin û ji aliyê Dr.Xalid Şivanî Wezîrê Dadê ve hatin pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de Wezîrê Dadê erkên wezareta xwe eşkere kir ku di hemû mijarên yasayî yên saziyên hikûmeta federal de, wan hemû hewlên xwe dane ji bo dabînkirina serweriya yasa û mafên wekhev di hemû yekeyên îdarî de ji bo her kesî.
Piştra şandeya YNKê serdana serdana Serokê Rewta Hîkme semahat Emmar El Hekîm kirin.Şandên her du aliyan rewşa giştî ya welat gotûbêj kirin û tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên di navbera her du welatan de kirin. Di civînê de behsa bûdceya Êraqê û yasaya hilbijartinan jî hat kirin.
Di çarçoveya hevdîtinan de şanda bilind a Mekteba Siyasî li gel aliyên Êraqî yên li Bexdayê piştî nîvro serdana Nûrî Malikî Sekreterê Giştî yê Partiya Da'weyê kirin.
Di hevdîtinê de tekez li ser giringiya peywendiyên dualî kirin, bûdceya Êraqê û yasaya hilbijartinan ji wan mijarên ku bi awayekî dostane hatin gotûbêjkirin û di berjewendiya mafên gelê Êraqê de li ser lihevkirin hatin kirin.
Herwiha şanda mêvan li Bexdayê ligel Serokê Parlamentoya Êraqê Mihemed Helbûsî civiya û di civînê de herdu aliyan tekez li ser wê yekê kirin ku divê mafên gelê Êraqê li gorî pirensîpên destûrî ,di nivîsandina her qanûnekê de û bi taybetî li ser mijara bûdce û yasaya hilbijartinê bên parastin.
Di çarçoveya hevdîtinan de şanda bilind a Mekteba Siyasî li gel aliyên Êraqî yên li Bexdayê piştî nîvro serdana Ebû Kerar El-Frecî Sekreterê Giştî yê Partiya El-Fazile kirin û tekezî li ser peywendiyên demdirêj ên di navbera xwe de kirin, pirsa yasaya hilbijartinên Êraqê û bûdceya giştî bi têgihiştinek zêdetir hatin gotûbêjkirin.
Di berdewamiya serdan û hevdîtinên şanda pilebilind a YNKê êvariya roja pêncşemê li bajêrê Bexda Şandê serdana Hadî El-Amrî serokê rêxistina Bedir kir û tekîd li ser peywendiyên di navbera her du aliyan de kir, bûdceya giştî û yasaya hilbijartinên Êraqê mijarên civînê bûn û li ser nêrînên xwe gotûbêj kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
06:08 PM - 2024-05-19
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
10:47 AM - 2024-05-19
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
zortrin xwendraw
-
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19