Talebanî: Pêywendiyên Herêma Kurdistanê dê hevseng bin
Kurdistan 08:32 PM - 2023-04-27
Buroya Çapemeniyê ya Qubad Talebanî
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand ku Herêma Kurdistanê dê bi welatên cîran û cîhanê re peywendiyên hevseng pêş bixe.
Ev tekîd kirina Qubad Talebanî di hevdîtina bi Serokê Konseya Ewropayê ya ji bo Têkiliyên Derve û General David Petraeus bû.
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî li gel Serokwezîrê berê yê Swêdê û Serokê niha yê Encumena Peywendiyên Derve ya Ewropayê Carl Bildt civiya û behsa çawaniya bihêzkirina pêwendiyên navbera Kurdistan û Yekîtiya Ewropayê kirin.
Di civînê de ku roja pêncşemiyê 27.04.2023ê li çarçoveya Korbenda Aborî ya Delphî li Yunanistanê hat lidarxistin, Cîgirê Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Daban Şadala jî amade bû.Her du alî hemfikir bûn ku divê Herêma Kurdistanê di vê qonaxê de zêdetir giringiyê bide bihêzkirina têkeliyên xwe li gel Swêdê û hemû welatên Yekîtiya Ewrupa û çawaniya bihêzkirina peywendiyan jî hate gotûbêjkirin.
Li beşekî dinê vê hevdîtinê de behsa pêgeha Herêma Kurdistanê li Êraqê hat kirin û di vê çarçoveyê de Qubad Talebanî got:’’Lê mixabin di deh salên borî de pêgeha kurd li Êraqê lawaz bûye , divê em hemû hewlên xwe bidin bo bihêzkirina pêgeha kurd li Êraqê.’’
Di hevdîtinê de behsa peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel welatên cîran jî hat kirin û her du alî li ser wê yekê hemfikir bûn ku Herêma Kurdistanê peywendiyeke hevseng ligel welatên cîran hebe.
Di çarçoveya Korbenda Aborî ya Delphî ya salane de, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li gel Dêvîd Petrayos, rêveberê berê yê Ajansa Îstixbarata Amerîkayê civiya û rewşa siyasî û emnî ya Kurdistan, Êraq , navçeyê û çawaniya rûbirûbûna terorê gotûbêj kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

