Fraksiyona YNKê dê daxwazên xelkê di projeyasaya bûdceyê de cih bike
Kurdistan 07:27 PM - 2023-04-17Daxwazên Fraksiyona YNKê li Civata Nûneran
Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo xizmetkirina gelê Herêma Kurdistana Êraqê ,ji bo ku di proje yasaya bûdceyê de cih bigire çend daxwazên girîng pêşkêşî serokê parlamentoya Êraqê kir û got: "Em ê li ser daxwazên malbatên Herêma Kurdistanê kar bikin, şehîd û qurbaniyên Enfalê, terxankirina bûdceyek taybet ji bo avakirina parêzgeha Helebce û çend daxwazên din ên giring.”
Fraksiyona YNKê dê daxwazên xwe pêşkêşî Komîteya Darayî bikeParlamenterê Fraksiyona YNKê ya Parlamentoya Êraqê Biryar Reşîd ji PUKMEDIA re ragihand: "Hemû daxwazên me berê di berjewendiya gelê Herêma Kurdistanê û navçeyên nakok de pêşkêşî parlamentoyê kiribûn ku di proje yasaya bûdceyê de wê cih bigrin, niha daxwazên me li cem Komîteya Darayî ne û dê daxwaz bên şopandin."
“Herweha min weke endamekî Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Eraqê, demek berî niha li parlamentoyê daxwaza madeyeke taybet bo vegerandina mûçeyên paşmayî yên gel hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, em hêvîdar in ku ev bend bo proje yasaya bûdceyê de cîh bigire.
"Pêwîste hikûmeta Êraqê mûçeyên mûçexorên hikûmeta Herêma Kurdistanê zêde bike da ku mafên wan ên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê binpê kirine, vegerîne."
Komîteya Darayî dê li ser daxwazên YNKê kar bike
Her pereyek ku ji bo Herêma Kurdistanê were dê aborî vejîne û projeyan jinûve dest pê bike, bi taybetî ji bo parêzgeha Helebce ku li ser daxwaza Fraksiyona YNKê ye.
Derbarê mijarê de endama Komîteya Darayî ya Parlamentoya Êraqê Dr.Narmîn Ma'rûf ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand: Piştî ku daxwazên Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Parlamentoya Êraqê gihîşt destê Serokê Parlamentoya Êraqê Mihemed Helbûsî û îmze kir, dê di civînên xwe de ji Komîteya Darayî re were şandin.“Di paşerojê de dê li ser van hemû daxwazan kar bike û li gorî biryara endamên komîteyê dê daxwaz bên pesendkirin û di proje yasaya bûdceyê de cih bigirin.
“Emê hemû hewlên xwe bidin, eger ne hemû daxwaz be jî , lê piraniya daxwazên fraksiyona YNKê li ser bingeha xalên yasayî yên destûrî divê di proje-qanûna bûdceyê de cih bigire,” Dr. Narmin Ma'roof got.
Endamê komîteya darayî jî got:“Her pereyek ku li ser daxwaza her aliyekî bo Herêma Kurdistanê were, dê bandorê li ser çalakiyên aborî bike, bi taybetî danîna bûdceya taybet bo parêzgeha Helebce, ku li ser daxwaza Fraksiyona YNKê ye – ji ber wê jî hikûmeta Eraqê dikare destê xwe alîkariyê dirêj bike."
Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li gorî madeya 61 a destûra Êraqê û madeya 15 a yasaya parlamentoya Êraqê daxwaz dike ku çend madeyên darayî di bûdceyê de bên zêdekirin, di nav de.
1- Rakirina mayîn û teqemeniyan li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê.
2- Tezmînata malbatên şehîdan û enfalkiriyan.
3- Navenda Tenduristiya Penceşêra Memikan li parêzgeha Silêmaniyê.
4- Diyarkirina bûdceyeke taybet ji bo avakirina parêzgeha Helebce.
5- Çêkirina bendavan.
6- Vekirina gorên komî û vegerandina termên qurbaniyên Enfalê bo welatê wan û pêkanîna testa DNA li ser cenazeyan.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
06:08 PM - 2024-05-19
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
10:47 AM - 2024-05-19
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
zortrin xwendraw
-
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19