Ji bo sudwergirtin di dengdanê de Partî rê nade vegera Êzidiyan

Kurdistan 12:06 PM - 2023-04-15
Hilbijartin PUKMEDIA

Hilbijartin

Kurdistan

Penaberên Şingalê li 17 kampên Duhokê dijîn û ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ve bi rêya hikûmetê dest daniye ser û nahêle vegerin welatê xwe û wan wek karteke zexta siyasî li dijî Êraqê bikar tine. Herwiha garantî ye ku ew ji bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê û hilbijartinên parêzgehên Êraqê bên bikaranîn.

Zêdetirî 300 hezar kurd li Nînewa û Şingalê ji ber êrîşên DAÎŞê ji cih û warên xwe bûne û niha li 17 kampên Duhokê dijîn. Li gorî amarên dawî 220 hezar penaberên êzîdî di kampan de mane û PDK jî ji bo armancên xwe ew girtine û nahêle vegerin.

 

PDK ji bo vegera penaberan bo Êraqê mercan datîne

Çavdêrê siyasî Xeyas Sûrçî ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand: Tevî ku Partiya Demokrata Kurdistanê derxistina partiyên nêzîkî PKK’ê ji Herêma Kurdistanê ji bo hikûmeta Êraqê mercek li hember vegera penaberan bo welatê xwe kiriye, lê eger Êraq vî şertî pêk bîne partî ne amade ye dest ji penaberan berde, ji ber ku dê dengên wan di hilbijartinan de ji bo berjewendiyên xwe bikar bîne.

Geyas Sorcî diblje daxwaza derxistina hêzên ku PDK wan nêzî PKK’ê bi nav dike, pêkanîna rojeva aliyekî derve ye, li ba her kesî eşkere ye ku Partiya Demokrata Kurdistanê tevî ku gelek destkeftên din pêşkêşî wan penaberan kiriye, ne amadeye ku paneber vegerin warên xwe û ji bo berjewendiyên xwe dest daniye ser û "Ew ê alîkariya navneteweyî zêde bike”.

Armanca sereke ya PDK'ê ewe ku penaberan ji bo hilbijartinan bi kar bîne, herwiha wan weke karteke zextê û hincetekê li dijî hikûmeta Êraqê bikar tîne, PDK dê hemû alîkariyên ku ji aliyê hikûmeta Êraqê, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navdewletî ve ji bo penaberan bên şandin, yekdestdar bike û bi rêya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî belav bike.

Vegera awareyan tê wateya îflasa siyasî û hilbijartinan a Partî

Nevegerandina awareyan bo warên xwe, ji ber qazanca Partiya Demokrat e ku di hilbijartinan de dosya ji bo rojeva xwe ya hizbî bikar tîne.
Berpirsê Navenda Rêxistinên Şengalê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Daûd Cundî di daxuyaniyekê de ji PUKMEDIA re ragihand: Vegera awareyan bo navçeyên xwe tê wateya îflasa siyasî û helbijartinê ya Partiya Demokrat, lewma Demokrat wek astengeke mezin li pêşiya vegera wan, ji ber ku sûd ji dengên wan di hilbijartinên vê dawiyê de girt ji bo zêdekirina kursiyên partiya xwe.
Dawûd Cundy dibêje: Partiya Demokrat rê nade awareyên ku vegerin warên xwe ji ber sûdwergirtina partiyê ji alîkariyên rêxistinên navdewletî, hikûmeta federal û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji awareyan re, ku Demokrat desteser dike.

 

Wezîra Koç û Koçberan: Desthilatdariya me li ser birêvebirina kampên Herêma Kurdistanê nîne

Evan Fayq Cebro Wezîra Koç û Koçberan di hikûmeta federal de dibêje: Zehmet e girtina kampên penaberan li herêmê ji ber ku desthilata wezaretê li ser wan nîne û girêdayî hikûmeta herêmê ye, lê ji bo girtina kampên Duhok, Hewlêr û Silêmaniyê wezaret hemahengiyê dike û tekez kir ku "Wezaret piştgiriya vegerên xwebexş dike, lê hûn dibînin ku li Herêma Kurdistanê îradeyek rast nîne ji bo bidawîkirina dosya koçberan.
Cebro amaje bi wê yekê jî kir ku Wezaret nikare fişarê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike ji bo girtina kampan, lê ew daxwaz dike ku deriyekî diyalogê li gel hikûmeta federal hebe ji bo bidawîkirina dosya koçberan.
Wezîra Koç û Koçberan Îvan Fayq Cebro got: Wezaretê hemû kampên awareyan li hemû parêzgehan ji bilî kampên Herêma Kurdistanê girtin û amaje bi wê yekê jî kir ku di mehê de (Kanûna 2021), kampa dawî ya awareyan li Mûsila ku kampa El-Ceda'a ye hate girtin."
“Ti desthilata me li ser birêvebirina kampên Herêma Kurdistanê nîne û em hêvîdar in ku hikûmeta herêmê rê bide malbatên koçber ên ku dixwazin vegerin, ji ber ku berpirsê kampên Herêma Kurdistanê Wezareta Navxwe ye. Wezîrê Koç û Koçberan jî dibêje, rêveberiya nava kampan jî ji bo Barzaniyan e.

 

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket