Serok Bafil: xemsariya hikûmetê li hember daxwazên rewa yên malbatên Enfalê nîgeran e
Kurdistan 01:21 PM - 2023-04-14
PUKMEDIA
Serokê YNK
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi boneya salvegera karesata Enfalê peyamek belav kir û got: Ji bo qerebûkirina malbatên qurbaniyên Enfalê û dermankirina birînên wan, erkê hikûmeta federal û civata nûneran e ku erkên xwe yên destûrî û mirovî bicîh bînin û bibin beşek ji hewlên dîrokî û exlaqî bo qerebûkirina malbatên qurbaniyên Enfalê.
Nivîsa peyamê:
35 sal berê Başûrê Kurdistanê rastî yek ji hovtirîn tawanên dîroka mirovatiyê hat, tawanek ku hemû sînor derbas kir û armanca wê ne tenê şehîdkirin û windakirina xwişk û birayên me bû,bi wêrankirina bextewariyê ranewestiya, lê ji bo jinavbirina ziman û nasnameya miletê me hewleke mezin bû.
Enfal birîneke mezin e li ser dilê me û êşeke bênavber di canê me de ye, Enfal derseke dîrokî ye ku divê em ji bîr nekin. Divê em komkujiya 182 hezar însanên pîr, ciwan û zarokan ji bîr nekin û hemû encamên xerab ên Enfalê ji bîr nekin.
Enfal ne tenê karesatek e ku mirov bi bîr bîne, di heman demê de derseke dîrokî ye ku em jê derbikevin û bi yekrêziya xwe rê li dû dûbarebûna êrîş û tawanên bi vî rengî bigirin.
Li Kurdistanê hebûna hêz, partî û rengên cuda tiştekî normal e, lê divê em ji bîr nekin ku çarenûsa me hemûyan wek kurdan hevbeşin. Lewma divê parastina Kurdistanê û bextewariya gelê wê di ser hemû berjewendiyan re be û Enfal jî bibe derseke dîrokî ku hertim di bîra me de bimîne.
Xemsariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember xizmên qurbaniyên Enfalê û paşguhkirina daxwazên wan ên rewa nîgeran e û divê her kes vê rastiyê bizane ku Germiyanên têkoşer xwediyê para şêr in di dîroka têkoşîna gelê Kurd û pêkanîna vê ezmûnê de. Ji ber vê yekê pişta xwe dayîna Germiyan û Germiyanên qehreman bêwefayiyeke mezin e li hember xwîna şehîdan.
Ji bo qerebûkirina malbatên qurbaniyên Enfalê û dermankirina birînên wan, erkê hikûmeta federal û civata nûneran e ku erkên xwe yên destûrî û mirovî bicîh bînin û bibin beşek ji hewlên dîrokî û exlaqî bo qerebûkirina malbatên qurbaniyên Enfalê. Her pêngavek bi vî rengî nîşanek cidî ya xebata bi hev re û ji bo pêşerojek geştir e.
Silav li giyanê şehîdan û silav ji malbatên wan ên serbilind re
Bafil Celal Talabanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

