Qubad Talebanî: Divê qerebuyên madî û manewî ji kesûkarên enfalan re bê kirin
Kurdistan 01:10 PM - 2023-04-14
PUKMEDIA
Qubad Talebanî
Cîgirê Serokwezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyamekê de bi boneya salvegera karesata Enfalê got: Erkê hikûmeta Êraqê ye ku qerebûkirina malbatên qurbaniyên Enfalê û gelê Kurd bide.
Nivîsa peyamê:
14’ê Nîsanê ne tenê roja bîranîna 182 hezar mirovên bêguneh e ku bi rêya rêjîma Baasê li gorî plansaziyeke pêşwext hatin kuştin. Ev roj ne tenê boneyeke ji xizmên qurbaniyên Enfalê ye, belkî boneyeke mezin a neteweyî ye ji bo gelê Kurd, ji ber ku proseya Enfalê proseya tinekirin tevahiya gelê Kurd bû.
Bi rastî, roja 14/4ê boneyeke ji bo bîranîna hemû kurdên bêguneh ên ku bûne qurbaniyên rêjîma zordest ên li dû hev, boneyeke ku em li ser çarenivîsa gelê kurd bifikirin ku di bin her navekî de berdewam bûne qurbaniyên rejîmên zordar ên Kurdistan û Êraqê.
Heta ku em hevxemiya hemû bindestan nekin em nikarin bîranîna qurbaniyên Enfalê bi rêzdarî bigrin. Rêzgirtin ji bîranîna qurbaniyên Enfalê tê wateya bidawîkirina hemû cureyên zext û cudakariyên li dijî mafên mirovan û tê wateya qerebûkirina xizmên qurbaniyên Enfalê.
Bi vê boneyê ez bi bîr tînim ku erkê hikûmeta Êraqê ye ku qerebûkirina malbatên qurbaniyên Enfalê û gelê Kurd bide.
Ez bang li hêzên siyasî yên Kurdistanê û nûnerên Kurdistanê yên li Bexdayê bi taybetî nûnerên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dikim ku bi hemû hêza xwe kar ji bo qerebûkirina malbatên qurbaniyên Enfalê bikin.
Cigîrê Serokê Encumena Wezîran
Qubad Talebanî
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

