Şefafiyet: Di nava hefteyekê de dahatên Silêmanî û Helebçe 11 milyar dînar derbas kir
Kurdistan 12:55 PM - 2023-04-14
PUKMEDIA
Dahata malpera Şefafiyetê
Malpera şefafiyetê dahata parêzgehên Silêmanî û Helebçe û rêveberiyên Germiyan û Raperînê di heyama heftiya derbasbûyî de eşkere kir ku ji 11 milyar dînar derbas bûye.
Li gorî malperê, dahata neftê ya parêzgehên Silêmanî û deverên derdorê ji 08.04.2023 heta 14.4.2023 11 milyar û 520 milyon û 791 hezar û 249 dînar e ku 10 milyar û 295 milyon û 947 hezar ku 82% bi pere nexdî ye, milyarek û 224 milyon û 843 hezar dînar, ango ji sedî 11 bi çêke.
Ev yek piştî 30 salan ji desthilatdariya Kurdan li Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di 15.12.2022an de projeya şefafiyeta hinartina neftê li parêzgehên Silêmanî û Helebçe û rêveberiyan Germiyan û Raperîn ragihand, ku yekem car e li Kurdistan û Êraqê bi giştî.
Ev proje di nav Kurdan de bi awayekî berfireh hate pêşwazîkirin û hate xwestin ku ev proje ji bo dahata petrolê ji hemû herêmên Kurdistanê were belavkirin.
Qubad Talebanî di axaftinekê de bo ragihandina wê projeyê got: "Ez projeyek girîng radigihînim, ew jî projeya şefafiyeta hinartina neftê ye."
Got jî: Şefafiyet bernameyeke ku hemû hinardekirina neftê li parêzgehên Silêmanî û Helebce û îdareya Raperîn û Germiyan dihewîne, ji ber ku rojane bi şefafîyeteke temam tên komkirin û tên nivîsandin, daku her kes bikare hûrgilîyên wê yekê bibîne. ew îthalat di her kêliyê de bi riya malpera https://shafafiat.com/ de bibînin.
Û cîgirê serokwezîr wiha pê de çû: Ev fikir derketiye holê ji ber ku şefafiyet stûna sereke ye ji bo peydabûna pêbaweriyê di navbera hevwelatiyan û her desthilateke siyasî li cîhanê, lewra pêwîste hûn xwe pê nas bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

