Serokê fireksiyona YNK: Mazlûm Ebdî bi dizî nehatiye Silêmaniyê

Kurdistan 01:29 PM - 2023-04-13
Firokaxaneya Silêmaniyê  PUKMEDIA

Firokaxaneya Silêmaniyê

Silêmanî Firokexana Silêmanî

Serokê fireksiyona Yekîtiya Niştimanî tekez kir ku hebûna şanda Yekîneyên Parastina Gel li bajarê Silêmaniyê bi awayekî eşkere û ne veşartî ye.

Herêm Kemal Axa di hevpeyvîneke taybet de li gel malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji PUKMEDIA re got: Hevdîtinên Serfermandar Mezlûm Ebdî li Êraqê ne tiştekî nû ye ji ber ku Êraq jî endamê hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê ye.
Û wî berdewam kir: Fermandar Mezlûm Ebdî mêvanê hêzên hevpeymaniyê bû, ku Tirkiyê ji hebûna wê civînê agahdar bû, ku hertim û dem bi dem di navbera Hêzên Sûriya Demokrat û endamên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de pêk tê.
Got jî: "Ev civîn li ser astên navxweyî û derve ne, lewra hebûna Mezlûm Ebdî li Silêmaniyê ji bo kombûna ligel hevpeymaniya navdewletî û bihêzkirina hemahengiya hevbeş hat û heta jinavbirina DAIŞê bi temamî dê berdewam be.


Wî eşkere kir: Ev civîn ne veşartî ne, lê eşkere ne û armanca wan komkirina zanyariyên istixbaratî û bihêzkirina hevahengiya hevbeş ji bo jinavbirina DAIŞê bi yekcarî ye.
Serokê  fireksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ragihand: Lijneya Parlamentoya Kurdistanê ku ji bo lêkolînkirina derbarê teqîna firokxaneya Silêmaniyê de hatiye avakirin, raporta xwe amade kiriye û di civînekê de li ser wê raporê gotûbêj bike û pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê bike ji bo sînordarkirina binpêkirinên ku Tirkiyê li ser axa Êraqê dike biryareke guncaw bigire.

Wî got: Li gorî raporên destpêkê yên ku ketine dest lijneya parlamentoyê, ew yek piştrast dike ku perçeyên mûşekê cihê çêkirina mûşekê nîşan didin, ev jî nîşan dide ku radarên firokexaneyên Kerkûk û Silêmaniyê çavdêriya tevgera firokeyên bê firokevan û nêzîkbûna wan bo Silêmaniyê kirine, ti guman tu ne ku ew firoke yê Tirkiyê bin.
Ji aliyê xwe ve nûnerê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Kerîm Şukr di daxuyaniyeke taybet de ji PUKMEDIA re ragihand: Tişta ku hinek alî derbarê hebûna civîna Hevpeymaniya Navdewletî ya li Silêmaniyê de dibêjin, ne rast e.
Got jî: Rêveberiya Firokevaniya Sivîl Firokexaneya Silêmaniyê kontrol dike û her firokeyek ku dakeve yan jî ji firokexaneyê derkeve, hemû zanyariyan derbarê wê de werdigire.
Wî berdewam kir: Rêveberiya Firokevaniya Sivîl a Êraqê pêşwext ji hebûna civîna hevpeymaniya navdewletî ya li bajarê Silêmaniyê û aliyên beşdar di wê civînê de haydar bû û ew civîn nehênî bû wek ku hin alî îdia dikin.


PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket