Doza êrîşa firokexaneya Silêmaniyê li ser maseya Biden e
Kurdistan 11:20 PM - 2023-04-12
PUKMEDIA
Koşka Spî û cihê êrîşa firokexaneya Silêmaniyê
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê dibêje:“Pentagon pêweyîndî bi serkirdayetiya Tirkiyê re kiriye û berdewamiya hevkariya di navbera hevpeymanî û HSDê de dupat kiriye” û dosyeya êrişa firokeyên bê firokevan li ser firokexaneya Silêmaniyê niha li ser maseya Biden li Koşka Spî ye.
Roja Înê Tirkiyê bi firokeyên bêfirokevan êrişî karwaneke hevbeş a hêzên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî terorê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku di nav wan de fermandarê HSDê Mazlûm Ebdî jî hebû, li firokexaneya navdewletî ya Silêmaniyê kir.
Çavkaniyek ji Wezareta Parastinê ya Amerîkayê got:"Pentagon pêyîwendî bi serkirdayetiya Tirkiyê re kiriye û wan tekezî li ser berdewamiya hevkariya di navbera koalîsyonê û HSDê de kiriye û diyar kiriye ku ew ê bi her nirxekî ve erkên xwe pêk bînin, tevî kuştina leşkeran."
Lêkolînerê biyanî yê Amerîkî Sean Mogan got: "Êrîş bûyereke ji nişka ve bû ku divê Enqere berpirsyariya wê bigire ser xwe, kanalên Tirkiye û Pentagonê têk çûne û li benda bertekeke xeternak a Washingtonê ne."
Mijara êrişa firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê li ser maseya Serok Biden li Koşka Spî ye û li gorî berpirsên Pentagonê, tê çaverêkirin ku bertekeke tund ji Amerîkayê li dijî Tirkiyê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bixwe.
Lêkolînerê Karûbarên Tirkiyê Sunir Kagltay got: “Têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê di rewşeke krîzê de ne:"Tirkiye li berjwendiyên xwe dinêre, heta li ser hesabê NATOyê be jî. Di vê heyamê de reftarên dijminatiya Tirkiyê bi awayekî eşkere diyar dibe. Em bawer dikin ku heta Erdogan serokomar be dê ev yek bidome."
Ti kes nikare pêşbîniya berfirehiya cezayên Amerîkayê yên li dijî Tirkiyê bike, lê diyar e ku pêwendiya leşkerî û hevahengiya çaverêkirî ya navbera Enqere û Washingtonê bi dawî bûye.
Pentagon û Kongres niha li bendê ne ku bibînin ka Serok Biden dê çawa bertek nîşanî hewildana Tirkiyê ya kuştina bi qestî leşkerên Amerîkî bide ku li Kongresê çend sizayên li ser Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Berevaniyê Hûlûsî Akar dê bibe sedema aloziyên di navbera Enqere û Washingtonê de.
Malpereke Amerîkî derbarê êrîşa li ser firokexaneya navdewletî ya Silêmaniyê de raportek belav kir."Tirkiye beriya êrîşê agahdar bû ku we şopa Amerîkayê girtiye û îstîxbarata Amerîkayê jî balafirên keşfê yên bê firokevan tesbît kirine."
Malpera Amerîkî got: "Vîdyoya êrîşê heye, ku armanca wê lêdana karwanê Mazlûm Ebdî û tîma leşkerî ya Amerîkî bû." “Divê Amerîka hevkariya xwe ya leşkerî bi HSD re zêde bike û ew hevkarên baş in.
Kovara Washington Examiner raporek rojnamevan û lêkolîner Michael Robin ku berê li Pentagonê dixebitî weşand.
Jêder: Sky News / PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

