Stran Ebdula: Ji bo me şanazî ye ku alîkarê Rojavayê Kurdistanê bin

Kurdistan 04:57 PM - 2023-04-12
Stran Ebdula Berpirsê Mektebê Ragihandina YNKê ANF

Stran Ebdula Berpirsê Mektebê Ragihandina YNKê

Stran Ebdulla Rojavayê Kurdistanê

Berpirsê Ragihandinê ya YNK'ê Stran Ebdula got: "Di dema ku gef û metirsî hebin, pêwîste nêzîkatiya hevbeş a hêzên Kurdî bibe helwestek siyasî û neteweyî."
Berpirsê Ragihandinê yê Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) Stran Ebdula têkildarê mijarên weke êrîşa li ser balafirgeha Silêmanî ya Navneteweyî, girîngiya yekrêziya hêzên Kurdistanî û gelê Kurd û alîkarîdayîna ji bo Rojavayê Kurdistanê, ji ANF'ê re axivî.
Stran Ebdula di destpêka axaftina xwe de got, "Siyaseta tirsandin, gef û zexta li ser YNK'ê û îdareya Silêmanî ku beşek ji desthilatiya herêma Kurdistanê ye, her wiha êrîşa li ser balafirgeha Silêmanî encameke xwe ya cidî wê tune be. Ji ber ku YNK di hevsengiya siyasî ya Iraq, herêma Kurdistanê û di asta navneteweyî de hêzeke berpirsiyar e."

Ji bo me şanaziye ku bibin alîkarê birayên me yên Rojavayê Kurdistanê


Ebdula bal kişande ser êrîşa li ser balafirgeha Silêmanî û wiha pê de çû: "Eger êrîşa li ser balafirgeha Silêmanî bi hêceta hebûna pêşengên Rojavayê Kurdistanê be, ev yek hevsengiyeke navneteweyî ye û ji bo YNK'ê şanazî ye ku bibin beşek ji hevsengiya navneteweyî û bibin alîkarê birayên xwe yên Rojavayê Kurdistanê, her wiha bibin beşek ji hêzên şerê li dijî terorîstên DAÎŞ'ê."

Stran Ebdula di dewama axaftina xwe de behsa têkiliya hêzên YNK'ê bi hêzên Rojavayê Kurdistanê ya di çarçoveya şerê li dijî çeteyê DAÎŞ'ê kir û anî ziman: "Ew operasyonên hevbeş ên YNK bi hêzên Rojavayê Kurdistanê pêk aniye di çarçoveya hevpeymaniya navneteweyî de bûye ji bo şerê li dijî terorîstên DAÎŞ'ê. Ew operasyonên ku heta niha hatine kirin li dijî ti hêz û welatekê nebûye, tenê ji bo şerê li dijî terorîstên DAÎŞ'ê bûye. Eger aliyek hebe ku keyfa wan bi terorîstên DAÎŞ'ê re bê, bêguman encam û xebatên hevpeymaniya me û hêzên Rojavayê Kurdistanê wê bi dil û keyfa wan nebe."

Berpirsê Ragihandinê yê YNK'ê Stran Ebdula îşaret bi sekinandina li hemberî êrîşên dijmin û vala derxistina komployên derveyî û navxweyî yên li dijî gelê Kurd kir û got; "Di siyaseta neteweyî de herî kêm eger hêzên siyasî nekaribin bi hevre helwesteke neteweyî, şoreşgerî û rast nîşan bidin, divê nebin beşek ji hevsengiyên herêmê ku zirarê digihîne Kurd û Kurdistanê. Ji ber ku bûyîna bi beşek ji hevsengiyên welatên herêmê zirarê digihîne herêma Kurdistanê û yekrêziya wê jî. Her wiha di asta neteweyî de jî zirarê dide gelê Kurd û wan tevgerên ku xebat û têkoşînê li beşên din ên Kurdistanê birêve dibin. Eger hêzeke siyasî nekaribe bibe beşek ji çareseriyê, bila nebe beşek ji siyaseta ku zirarê digihîne doza Kurd a rewa."

Divê ji bo sekinandina li dijî gefan bibin xwedî yek helwestî


Ebdula qala girîngiya yekrêziya gelê Kurd ya ku niha bi gef û êrîşên dagirkeran re rû bi rû ye kir û ragihand; "Ev mêyzandina hevbeş a hêzên Kurdî heye, divê di demên teng de bibe helwesteke siyasî û neteweyî. Di dema gef li ser Kurdistanê û gelê Kurd hebe, pêwîstî bi vê helwesta neteweyî û yekgirtî heye. Hêza siyasî ya Kurd ku bi armanca xebatkirina ji bo netewa me ava bûne, xebata gelê me du araste ye, ya yekemîn rê nedayîna ji zilm û zoriya li dijî neteweya me ye, arasteya duyemîn jî eve ku dema derfetek ji bo pêşxistina doza siyasî ya Kurdistanê ava dibe, pêwîste ev gavane bên avêtin."

Di bin nav û hêcetên cuda de hewl didin darbe li berjewendiyên neteweyî ya kurd bidin


Berpirsê Ragihandinê yê YNK'ê Stran Ebdula axaftina xwe bi van gotin û bangan bi dawî kir; "Hêzên siyasî yên Kurdistanê bi şêwazeke baş piştewaniya me dikin li dijî vê êrîş û zilma ku li dijî Silêmaniyê tê kirin. Lê tenê ewqasê bes nîne, belku divê li hemberî nezaniya wan hêzan bisekinin ku dibin beşek ji projeya herêmî ya dagirkeran bi armanca dijberiya Kurdistanê û gelê Kurd ku di bin nav û hêcetên cuda de hewl didin darbe li berjewendiyên neteweyî ya Kurd bidin."

PUKMEDIA-ANF

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket