Aliyek di nav Partî de nîzîkbûnê têk dide

Kurdistan 10:19 AM - 2023-04-12
Logoyên Yekîtî û Partî PUKMEDIA

Logoyên Yekîtî û Partî

Yekîtî Partiya Demokrat

Baskek di nava Partiya Demokrata Kurdistanê de hewl dide her nêzîkbûnekê ligel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê têk bibe û ev bask jî dibe asteng li pêşiya her nêzîkbûnekê û hewla lidarxistina her civîneke hevbeş, li hember de jî Yekîtiya Niştimanî hewl dide civînekê lidar bixe û ji bo berjewendiya welatiyan û armancên bilind ên gelê me bi awayekî vekirî pirsgirêkan nîqaş bikin û çareser bikin.

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî gelek caran tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina civîneke hevbeş kir û got: Dema her nêzîkbûnek di navbera Yekîtiya Niştimanî û Partiya Demokrat de çêbibe, ew nêzîkbûn têk diçe. diyar e ku destek heye ku naxwaze peywendiyên di navbera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Partiya Demokrat de baştir bibe.

Hewldanên cidî ji bo lidarxistina civîneke hevpar tê têk birin Semîr Hewramî berdevkê Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê di hevpeyvîneke televizyonî ku PUKMEDIA dişopand de got: Dema her nêzîkbûnek di navbera Yekêtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Partiya Demokrat de çêdibe, aliyek ji Partiya Demokrat di hikûmetê de ji bo têkbirina wê nêzîkbûnê  daxûyaniyekê dide û beriya Cejna Newrozê jî hewlên cidî ji bo lidarxistina civîneke hevbeş hebû, lê Cotyar Adil berdevkê tîma Partiya Demokrat di hikûmetê de daxuyaniyek da û ew hewil têk bir.
Got jî: nîyetek di nav Partîya Demokrat da heye ku ti rêkeftinekê li gel Yekîtîya Niştîmanî encam nedin, lê ew naxwazin ji hevwelatîyan ra bêjin ku ew naxwazin digel Yekîtîya Niştimanî rêkeftin bikin.

 

Yekitiya Niştimanî yek biryare ne wek Partiya Demokrat e

Endama Encumena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Fehîme Sabir ji malpera fermî ya Yekîtî PUKMEDIA re ragihand: Dema ku nêzîkbûnek di navbera her du partiyan de çêbibe, aliyek di nava Partiya Demokrat de wê nêzîkbûnê xera dike û dibe çavkaniyek ji bo derxistina aloziyê di navbera wan de.
Û wê got jî: Yekîtiya Niştimanî berevajî Partiya Demokrate xwedî biryardereke yekalî ye, û her biryarek ji aliyê serok û serkirdayetiyê ve bê dayîn yekser tê cîbicîkirin, lê ev çend sal in ku me biryareke yekgirtî di nav Partiya Demokrat de nedîtiye. û ji me re eşkere bûye ku di nav Partiya Demokrat de baskek heye ku naxwaze di navbera her du partiyan de nêzîkbûnek çêbibe.
Wê diyar kir: Nêzîkbûna di navbera Yekîtiya Nîştimanî û Partiya Demokrat de di berjewendiya welatiyan de ye û çarçoveya Herêma Kurdistanê bihêztir dike.

 

Helwesta baskê Partiya Demokrat cuda ye

Şirovekarê siyasî Zerdeşt Celal ji PUKMEDIA re got: Di nava Partiya Demokrat a Kurdistanê de baskek heye ku ajandayên welatên din li Herêma Kurdistanê cîbicî dike û ev yek jî bû sedem ku tenê bighîne armancên xwe yên şexsî bêyî xema berjewendiyên bilind ên gelê me bixwa.
Got jî: Siyaseta şaş a kabîneya niha ya hikûmeta herêma Kurdistanê di çarçova cîbicîkirina ajandayên neyarên kurdan da ye û herêma Kurdistanê xistîye ber gelek kirîz û pirsgirêkan tê.
Wî jêderî eşkere kir: Helwesta vê baskê di nava Partiya Demokrat a Kurdistanê de, bandorên nerênî yên berçav li ser Herêma Kurdistanê heye, lewra dem hatiye ku hevwelatî siyaseta xelet a baskê şikestî yê Partiya Demokrat red bikin.

 

 

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket