Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê gel birêz Serokwezîr Sûdanî civiya

Kurdistan 11:54 PM - 2023-04-10
Qubad Talebanî û Şîa Sûdani  Ofîsa Medyayê ya Cîgire Serokwezîr

Qubad Talebanî û Şîa Sûdani

Êraq Qubad Talebanî

Êvariya îro Duşemê, birêz Mihemed Şîa El-Sûdanî serokwezîrê Êraqê  pêşwaziya Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê kir.
Di civînê de behsa pêşhatên rewşa giştî û giringtirîn dosyeyên li ser asta niştimanî û awayên bilindkirina karê hikûmetê û cîbicîkirina bernameyên xizmetguzarî û çaksaziyê hatin kirin.
Her wiha hemahengî û pêkvejiyan di navbera hikûmeta federal û hikûmeta herêmê de di warên cuda de hate nirxandin, bi awayekî ku berjewendiyên giştî yên gelê Êraqê di hemû pêkhateyan de bi pêş bikeve.
Birêz El-Sudanî tekezî li ser giringiya bilindkirina asta xizmetguzariyan kir ku daxwazên welatiyan li hemû parêzgehên Êraqê pêk tîne. Û ku desteyên cîbicîkar bi piştevaniya giştî ya gelêrî û siyasî, di demeke kurt de gavên berçav avêtine li ser rêya jêrxana, çaksaziya aborî û peydakirina pêdiviyên sereke yên welatiyan.
PUKMEDIA

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket