Parlamentoya Êraqê piştgiriya Silêmaniyê dike
Kurdistan 08:30 PM - 2023-04-10
Parêzgarê Silêmaniyê
Kongreya Hevbeş ya Şanda Nûneran û Parêzgeha Silêmaniyê
Şandeke Civata Nûneran ji bo lêkolînkirina bûyerê li firokxaneya navdewletî Silêmanî serdana parêzgeha Silêmaniyê kir û Serokê Lijneya Asayîş û Berevaniyê ya Encûmena Nûnerên Êraqê got: “Em bi hemû awayî piştgiriya parêzgeha Silêmaniyê dikin.
Serokê Lijneya Asayîş û Berevaniyê ya Parlamentoya Êraqê Ebas Zemlî îro li Silêmaniyê di civîneke çapemeniyê de ragihand:"Em her êrîşek li ser xaka Êraqê bi taybet êrîşa li ser firokexaneya Silêmaniyê şermezar dikin û daxwaz ji hikûmeta Êraqê dikin ku raportekê derbarê êrişên Tirkiyê pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî bike û em bi hemû awayî piştgiriya parêzgeha Silêmaniyê dikin."
Zamlî wiha got: "Ji ber ku Komîteya Ewlekarî û Parastinê serdana cihê bûyerê kir û dê rapora me pêşkêşî Serokê Meclisa Nûneran bikin."
Di vê navberê de Parêzgarê Silêmaniyê Dr. Heval Ebûbekir ji welatiyan re aramiya bajêr piştrast kir û got: “Şanda Encûmena Nûneran ji nêzîk ve çavdêrî û lêkolînê li ser rawestandina geştên esmanî yên Tirkiyê li ser firokexaneya Silêmaniyê û êrîşa li ser firokexaneyê bike.
Her wiha got: “Şandê piştevaniya xwe nîşan da û tekez kir ku her êrîşek li ser Silêmanî û Herêma Kurdistanê êrîşek e bo ser tevahiya xaka Êraqê û dê kar bikin da ku careke din ev binpêkirin neqewimin’’.
Êvara 7-4-2023 êrişî firokxaneya navdewletî ya Silêmaniyê hat kirin û ew bû sedema berteka encamên navxweyî û derve.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

