Şandek ji komîteya Ewlekarî û berevaniya parlementoyê sardana Silêmaniyê dike
Kurdistan 11:49 AM - 2023-04-10
PUKMEDIA
Balafirgeha Silêmanî
Biryare îro Duşemê
şandeke Komîteya Asayîş û Berevaniyê li Parlamentoya Êraqê serdana bajarê
Silêmaniyê bike, ji nêzîk ve cihê êrişa li ser firokexaneya navdewletî ya
Silêmaniyê roja Îna borî 7/4/2023 bibîne.
Şandeke pilebilind
a hikûmeta federal bi serokatiya Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî Qasim El-Eirecî
û bi endamtiya Serokê Dezgeha Ewlekariya Netewî Hemîd El-Şetrî, Serokê Dije
Terorê Ebdulwehab El-Saidî, Cîgirê Fermandeyê Operasyonên Hevbeş Qeys
El-Mihemedawî pêrê serdana bajarê Silêmaniyê kir û digel hejmarek berpirsên
ewlehiyê li Silêmanî cihê teqînê li Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê şopandin
û lêkolîn kirin û binpêkirina ku li ser xaka Herêma Kurdistanê û Êraqê qewimî
ji wan re eşkere bû.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) General Mezlûm Ebdî roja Şemiyê ji North Press re hûrgiliyên bombebarana ku karwana ku general bi şandeke HSDê tê de amade bû digel Hevpeymaniya Navdewletî û Dije Terorê CTG kiribû armanc zelal kir.
Di nûçeyeke
rojnameya El-Ereb a Londonê de duh Yekşemê amaje bi wê yekê kir ku bombebarana
Tirkiyê li ser Silêmaniyê, kûrbûna hemahengiya ewlehiyê di navbera Enqere û
Hewlêrê de nîşan dide.
Di raportê de
hatiye gotin: Êrîşeke balefireke bêfirokevan a Tirkiyê roja Înê li Firokexaneya
Navdewletî ya Silêmaniyê, fermandeyê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî kiriye
armanc.
Di raporê de her
wiha amaje bi piştrastkirina Berdevkê Fermandeya Navendî ya Amerîkayê Kolonêl
Joe Buccino jî hatiye kirin ku operasyona bombebarankirina karwanek li bajarê
Silêmaniyê li Herêma Kurdistana Êraqê kiriye armanc û di wê karwanê de efserên
artêşa Amerîkayê jî hebûn ku Mazlûm Ebdî jî ligel wan bûn.
Di raporê de hat
gotin: Çavdêr dibêjin ku êrîşa bilez a hikûmeta Hewlêrê ya li dijî Silêmaniyê,
yekser piştî ku hewla kuştinê pêk hat, nîşan dide ku berê agahdarî ji
operasyona Tirkiyê hebûye û asankariyên istixbaratî pêşkêşî wê kirine.
.
Ji aliyê din ve
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mazlûm Ebdî tekez kir ku Hêzên
Dijî Terorê roleke mezin di piştevanîkirina têkoşîna Rojavayê Kurdistanê de
hebû.
Mezlûm Ebdî di
twîteke xwe de li ser Twitterê got: Duh Hêzên Dijî Terorê (YAT) bi hevkariya
hevkarên me di Rêveberiya Giştî ya Dijî Terorê (CTG) û Hevpeymaniya Navdewletî
de şaneyek girêdayî rêxistina terorîst DAIŞ ji hev xistin. ku erka wê
peydakirina çek û pêdiviyên leşkerî bo şaneyên razayî yên rêxistina terorîst
bû.
Got jî: hêzên me
di hemahengî û hevkarîya berdewam li gel kompanyayên me yên li herêmê ne û em
dixwazin vê yekê zelal bikin ku hêzên Dije Terorê di roja ku em li frokxaneya
Silêmanîyê hatine armanc kirin, li gel me bûn.
Fermandeyê
Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk diyar kir: Em ti carî dilsozî û piştevaniya
Hêzên Dije-Terorê ji têkoşîna Rojavayê Kurdistanê re di rojên dijwar de û di
rojên herî reş de ji bîr nakin. li kêleka me şer kir û hemû tohmetên ku li dijî
wê hêza têkoşer tên kirin ji bo veşartin û xapandina rastiyan e.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

