Mezlûm Ebdî: Ez û karwanê Hevpeymaniya Navdewletî û hêzên CTG li cihê bombebaranê bûn
Kurdistan 09:18 AM - 2023-04-09
NORTH PRESS
Mazlûm Ebdî
Fermandarê Giştî
yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî hûrgiliyên bombebarana
ku ew bi şandeke HSDê ku Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî rêxistina terorîst
a DAIŞê û hêzên Dije Terorê (CTG) Înê li Silêmaniyê hatibûn armanc girtin ji
ajansa North Press re eşkere kir.
Ebdî di
hevpeyvîneke taybet de bi North Press re, li ser hûrgiliyên bombebaran û
armancgirtinê axivî.
Naveroka diyalogê
wiha ye:
Peywendiyên di
navbera we û Yekîtiya Niştimanî de çawa ne?
Peywendiyên me û
Silêmaniyê peywendiyên li ser bingehên neteweyî û berjewendiyên hevbeş in û
dîrokî ne, ev berjewendî û peywendî di şerê Kobanê yê sala 2014an de derketin û
bi geşedanên li bakurê rojhilatê Sûriyê re hatin yekkirin, her wiha bû
hevpariyeke rast li hember metirsiya hatina Dewleta Îslamî (DAIŞ) li her du
aliyên Êraqî û Sûriyê, em van peywendiyan diparêzin û û ew pêwendî ji tektîkên demkî pirtir
prensîbin.
Te li Silêmaniyê
çi dikir? Bombebaran rasterast bi ser we de bû?
Belê, ez bi
şandeke leşkerî ya QSD’ê re li wir bûm. Bombebaran di dema ku em di karwaneke
bi leşkerên Koalîsyona Navdewletî û Hêzên Dijî Terorê (CTG) de bûn pêk hat.
Li gel ajansên
dije-terorê yên Êraq û Herêma Kurdistanê bi zanyariyên Hevpeymaniya Navdewletî
bo şerê li dijî DAIŞê odeyên me yên operasyonên hevbeş hene û ew herdem encamên
baş ji bo aramiya her du aliyên Êraqî û Sûriyê derdixin.
Bi dîtina we
sedema rastî ya vê bombebaranê çi ye?
Ev peyameke eşkere
ya tirkan e ku ew dijayetiya têkiliyên me yên navneteweyî ne û dixwazin wan xerab
bikin, Erdogan ji bo ku di hilbijartinên dahatû de bi ser bikeve û tevilheviyê
daîm derxe da ku Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilata Sûriyê nemîne û rê li
pêş dagîrkirineke nûh veke.
Gelo ev armanc dê
bandorê li karê we yê rasterast û eşkere li bakurê rojhilatê Sûriyê di pêvajoya
serkêşî û yekkirina Rêveberiya Xweser de bike?
Bê guman tiştek
nîne ku karibe pêvajoya avadankirin û aramiyê rawestîne, bi salan me xebat
kiriye û em berdewam dikin, parastina gelê xwe ji her êrîşeke ku ji aliyê
Tirkiyê û yên din ve tên tehdîdkirin, karê me ye û em ji bo vê yekê dixebitin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

