PYD: Êrîşa dewleta Tirk hemû Kurdan û hêzên ronakbîran dike hedef
Kurdistan 12:20 PM - 2023-04-08
ajansan
PYD
Meclisa Giştî ya
Partiya Yekîtiya Demokratîk li ser êrîşa dewleta Tirk a li ser balafirxaneya
Silêmaniyê daxuyaniyek da û tê de destnîşan kir ku tişta ku desthilatdarên
mêtingeriya navendî û hêzên tarî dikin, gefan li hemû Kurdan û hemû hêzên ronakbîr
li navçeyê dixe.
Naveroka
daxuyaniyê wiha ye:
“Li gorî
agahiyên ku ji aliyê çavkaniyên fermî yên parêzgeha Silêmaniyê ve hatine
piştrastkirin, şeva borî dewleta Tirk a dagirker bi balafiran êrişî Balafirgeha
Sivîl a Silêmaniyê kir.
Em di Partiya
Yekîtiya Demokratîk de vê êrîşa hovane ya li ser Balafirgeha Sivîl a Silêmaniyê
bi tundî şermezar dikin û weke êrîşeke ku ji ya beriya wê nayê veqetandin, çi
li ser Rojava û hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çi jî li ser Şengalê , Sencar û
deverên din li Kurdistana başûr / Herêma Kurdistana Êraqê ji Zaxo heta Duhok û
Hewlêr û Mexmûrê û li Silêmaniyê.
Her wiha em tekez
dikin ku ev êrîş li dijî îradeya gelên herêmê ye û li dijî gelê Kurdistanê û
doza wî ya mafdar û li dijî destkeftiyên kurdan û hêzên giştî yên demokratîk li
herêmê şerekî qirkirinê hatiye ragihandin.
Her wiha em
radigihînin ku her êrîşek li ser destkeftiyên gelê me ku bi saya xwîna bi deh
hezaran şehîdan hatiye bidestxistin em şermezar dikin û bi tevahî red dikin û
ji bo pûçkirina wê bi hemû rêbazên neteweyî û demokratîk em ê têbikoşin. Di vê
rastiyê de em ji berdewamiyên neteweyî yên dîrokî derdikevin, ya herî girîng jî
ew e ku mafên gelan û dozên wan ên mafdar - di serî de pirsgirêka kurd - rêya
herî ewledar a çareserkirina wê diyalog û qebûlkirina her kesî ye ku çareseriya
pirsgirêka kurd e. sîyaseta înkar û kuştinê ya dewleta Tirk li dijî Kurdan û
destkeftiyên wan tê meşandin wê bi ser nekeve û yekitîya civaka Kurd û yekitîya
helwestên Kurd û hêzên wê yên netewî zêdetir neyê paşxistin; Tişta ku
desthilatdarên mêtingeriya navendî û hêzên tarî dike, gef û hedefgirtina hemû
kurdan û hemû hêzên ronakbîr ên herêmê ku îradeya jiyan û jiyana hevbeş a gelên
herêmê û yekîtiya çarenûsa wan temsîl dikin e.
Partiya me piştevaniya helwesta niştimanî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
dike û em tekez dikin ku di vê qonaxa hestiyar û dîrokî de ya pêwîst ew e ku
hêzên netewî û demokrat ên Kurd nakokiyên xwe red bikin û helwesta xwe bi
şêweyekî li gor destkeftiyan û tiştê ku divê were bidestxistin yek bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

