Silêmanî di kêmbûna rêja hejariyê de di asta yekem de ye
Kurdistan 12:21 PM - 2023-04-03
PUKMEDIA
Silêmanî
Parêzgeha Silêmaniyê di rêjeya hejariyê de pileya dawî di nav parêzgehên
Êraqê de digire û li gorî amarên dawî yên Wezareta Plandanînê ya hikûmeta
federal, rêjeya hejariyê li parêzgeha Silêmaniyê %3 ye ku kêmtirîn rêje ye. û
rêjeya hejariyê li parêzgeha Musene ya herî bilinde 62%.
Silêmanî qeyranan derbas kirHiqûqnas û aborînas Rêbwar Mihemed di daxuyaniyeke taybet de ji PUKMEDIA re dibêje: Parêzgeha Silêmaniyê rastî kirîzên mezin weke qeyranên aborî, şerê li dijî DAIŞê, pêşwazîkirina hejmareke zêde ya awareyan û belavbûna vîrusa Koronayê hatiye. herweha veguhestina hinardekirina wê bo Hewlêrê û cudahiya ku hikûmet li dijî parêzgeha Silêmaniyê dike.
Got jî: ev amara wezareta pilandananê îsbat dike ku Silêmanî hemû qeyranan derbas kiriye û rêjeya hejarîyê jî tê de herî kêm e.
Wî berdewam kir: Diyarkirina rêjeya hejariyê girêdayî hinek pîvanan e wek xizmetguzariya pizîşkî, perwerdehî, ewlehî, dabînkirina elektrîkê û hatina serê her kesî û hemd ji Xwedê re ku Silêmanî di wan waran de cihekî baş digire û ji aliyê pîşesazî ve jî. ew jî di nav parêzgehên Êraqê de cihekî pêşketî digire ji ber ku hejmara herî mezin a kargehan tê de ye.
Parêzgehên Herêma KurdistanêLi gorî amarên Wezareta Plandanîan a Federalî ragihandiye, Parêzgeha Duhokê pileya herî bilind di asta parêzgehên Herêma Kurdistanê de ye, ku rêjeya hejariyê 7%, paşê Parêzgeha Hewlêrê 6.7%, paşê Silêmaniyê 3%.
Parêzgar: Silêmanî yekem e
Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir di daxuyaniyekê de berî niha ragihandibû: Silêmanî di warê av, jîngeh, cihên kesk, tenduristî û derfetên kar de, di parêzgehên Êraqê de yekem e.
Got jî: Silêmanî mezintirîn rûbera zeviyên çandinî û cihên pîşesazî û bazirganî li xwe digire û vê yekê jî ji parêzgehên din cudatir dike û rêjeya hejariyê dê li ser asta kêm be, û eger cudahî li ser nebûya wê rêjeya hejariyê têde sifir ba.
Dorpêckirina Silêmaniyê li kabîna Mesrûr BarzanîKabîneya nehem a bi serokatiya Mesrûr Barzanî, dorpêça aborî li ser parêzgeha Silêmaniyê sepand, di warê piroje û avadankirinê de jî, ji bilî pevguhertina hinardekirinê, rêjeya cudabûnê gihiştiye lûtkeyê.
Derbarê cudakariya ku ji aliyê hikûmetê ve di navbera bajarên herêmê de tê kirin di raporteke kovara Foreign Policy de hatiye ku “di sala derbasbûyî de, ne mimkûn bû ku karbidestên Silêmaniyê terxankirina sektora giştî dabîn bikin, ji ber wê jî karmend li derveyê navendên dabeşkirina mûçe hatine rêzkirin û hejmarek ji xanenişînan li benda mûçeyên xwe mirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06




.jpg)

Aplîkêşin

