Stran Ebdullah: Tişta ku Serok Bafil li ser petrolê dibêje siyaseta YNKê ye
Kurdistan 10:16 PM - 2023-04-02Endamê Mekteba Siyasî Stran Ebdulla
Endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Stran Ebdullah di bernameya Panorama ya Kurdsat de wiha got: Tişta ku îro Serok Bafil Celal Talebanî li ser petrolê got siyaseta YNKê ye, ji ber ku siyaseta YNKê yek ruh û yek dest e, her peyamek ji aliyê serokê YNKê yan encûmena serkirdatiyê û polîtburoya siyasî ve derkeve ew siyaseta yekîtî ye.
Stran Ebdullah got: Ji sala 1975ê ve siyaseta YNKê îradeya gel nîşan dide û xwest hewl û tekoşîna gelê kurd vala neçe, lewma siyaseta YNKê li gel encamdana xeletiyên stratejîk nîne.
Derbarê dosyaya Naftê jî ragihand ku YNK hertim alîgirê wê yekê bûye ku dosiya petrolê ligel hikûmeta Êraqê be, ji ber wê jî divê siyaseta nefta Herêma Kurdistanê bê pêdaçûn û SOMO bibe meclîsê pirsa nefta Êraqê û Herêma Kurdistanê jî di nav de. Bêguman gelê Kurd dixwaze petrola SOMOyê difiroşe.
Endamê mekteba siyasî jî herwiha got: "Diviyabû hikûmeta Herêma Kurdistanê pêştir ligel Êraqê rêkeftinek bikira. Siyaseta YNKê li gel xeletiyên stratejîk nîne û erkê xwe dibîne ku xeletiyên rêveberiya herêmê rast bike diyare siyaseta YNKê di berjewendiya Herêma Kurdistanê û xelkê wê de ye.
Serokê Yekîtiya Niştimanî (YNK) Bafil Celal Talebanî îro 2-4-2023ê di peyamekê de derbarê dosyaya petrolê û biryara dadgeha Parîsê de ragihand: Divê SOMO petrola Herêma Kurdistanê bifroşe û hemû dahata petrolê li seranserê Êraqê bikeve heman xezîneyê û pişka Herêma Kurdistanê di bûdce û dahata Êraqê de were diyarkirin û mûçeyê karmend û xanenişînan were garantîkirin.
Herwiha got: YNKê ji bo serbilindî û bexteweriya Kurdistanê çemekî xwînê rijandiye û em ti hêz û aliyek zêdetir dilsozê Kurdistanê û pêkanîna berjewendiyên bilind nabînin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Qubad Talebanî: Îran welatekî bi hêze û wê vê xemê derbas bike
01:44 PM - 2024-05-20 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
11:14 AM - 2024-05-20 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19
zêdetir tamaşe bike
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
11:39 AM - 2024-05-20
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
10:10 PM - 2024-05-19
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil: Dilê me bi gelê Îranê re ye
Cîhan 12:21 PM - 2024-05-20 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
Cîhan 11:14 AM - 2024-05-20 -
Qubad Talebanî: Îran welatekî bi hêze û wê vê xemê derbas bike
Cîhan 01:44 PM - 2024-05-20 -
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
Cîhan 11:39 AM - 2024-05-20