Serok Bafil: Dema biryara raste ya pirsa neftê ye
Kurdistan 03:48 PM - 2023-04-02
PUKMEDIA
Serok Bafil: Dema biryara raste ya pirsa neftê ye
Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Bafil Celal Talebanî peyamek weşand û di wê peyamê de, ragihand: "Piştî biryara dadgeha Parîsê û rawestandina hinardina petrola herêmê biryareke rast e we ku ji bo pêşeroja gelê me û rê li pêşiya afirandina pirsgirêk û aloziyên mezin bê girtin."
Serok BafIl di peyamekê de ragihand ku îro 2-4-2023 an li ser dosyaya neftê û biryara dadgeha Parîsê hatiye weşandin û dibêje: "Kompaniya Somo ya petrolê ya herêmê Kurdistanê difiroşe û dahata neftê ji seranserî Êraqê dê biçe xezîneyekê û pişka Herêma Kurdistanê dê ji budce û dahata Êraqê û mûçeya karmend û xanenişînên herêmê were diyarkirin "Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê ji bo serkevtin û serfirazîya Kurdistanê xwîn rijandiye û em ti hêz û alîyekî ji xwe bêtir dilsozê Kurdistanê nabînin û ji bo parastina berjewendiyên bilind ên gelê xwe bi dest ve bihînin.
Naveroka peyama serok Bafil bixwînin
Piştî biryara dadgeha Parîsê ya rawestandina hinardina petrola herêma Kurdistanê bi rêya Tirkiye û ji bo paşeroja gelê me û nehêlana arîşe û qeyranên mezin wê biryara rast li ser pirsa petrolê were dayîn.
Kompanyaya Somo ya petrola herêma Kurdistanê difiroşe û dahata giştîya petrolê ji seranserî Êraqê ber bi yek gencîneyan ve diçe. Dê pişka herêma Kurdistanê ji budce û dahata Êraqê bê destnîşankirin û dê mûçeyên fermanber û xanenişînên herêma Kurdistanê bêne misogerkirin
Dê sistema benzînê, petrolê û benzînê ya Herêma Kurdistanê vebigere Êraqê û dê heman nirxê han ji welatîyan re bê dan.
Dê nûnerê Herêma Kurdistanê yê li somo û sistema gazê ya Êraqê beşekî rêvebirî û rêvebirinê be.
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê bi salan e hewl dide bi Bexdadê re lihevkirinekê pêk bîne û dawî li nakokiyan bîne bîrê rast û dirust, hevkariyek û karên hevbeşe ne dûr e û pirsgirêkan kûrtir dike. Nakokiyên navxweyî qewereyê me lawaz dike û herêma me dixe nava metirsiyan, ne hevrêzkirin û daxwaza mafên me li Bexdadê bi lihevkirinê ye û mafên me têne bidestxistin.
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê ji bo serkevtin û serfiraziya Kurdistanê xwîn rijandiye û em ti hêz û alîyekî ji xwe bêtir dilsozê ji bo Kurdistanê nabînin û berjewendiyên xwe yên bilind pêk bihînin ji ber vê yekê pêngavên dirust û berpirsyarî, rêkeftina bi Bexdadê re û bidestxistina mafên me ye.
Bafil Celal Talebanî
Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

