Bi hewlên YNK... Helebçe li benda rêkerên parizgehbûnê ye
Kurdistan 12:31 PM - 2023-04-02
PUKMEDIA
Encumena Nûneran
Encumena Nûneran di rûniştina xwe ya îro Yekşemê de li ser xwendina yekem ya proje yasaya avakirina parêzgeha Helebçe li Komara Êraqê gotûbêj , Ev pirojeyekî giringe ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ev çend sal in kar ji bo yasakirina wê di parlamentoyê de kiriye, daku dadmendiya qurbaniyan û malbatên şehîdan dabîn bike û bi awayekî ku hêjayî wê qurbanîdanê ye wan qerebû bike.
Hewldaneke berdewam bo xizmetkirina Helebçe
Nûnera Yekîtiya Niştimanî
Biryar Reşîd ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî PUKMEDIA re ragihand: Ev
demeke dirêje Yekîtiya Niştimanî hewl dide dengdan li ser proje yasaya hesabkirina
parêzgeha Helebçe wek parêzgehek nû li komara Êraqê.
Got jî: ev proje qerebûkirineke
biçûke bo xelkê bajarê Helebçe ye, herweha ku pêngaveka giringe bo
piştevanîkirina parêzgehê, û di heyama borî da jî me gelek kar kirîye bo
piştevanîkirina parêzgeha Helebçe wek dabînkirina derman û benzîn bi awayekî
serbixwe û weke parêzgehek bi hemû aliyan ve mijûl dibe.
Pêdiviya me bi hin rêkar heye
Nûner Biryar Reşîd
dibêje: Îro xwendina yekem ya projeyasaya hesabkirina parêzgeha Helebçe li
komara Êraqê bi dawî dibe.
Got jî: Piştî wê dive komîteya
herêm û parêzgehan divê bicivin û li ser vê pirojeyê gotûbêj bikin û hevahengiyê
bi her komîteyeke din re bikin da ku di zûtirîn dem de pirojeyê ji bo dengdanê
amade bikin, paşê xwendina duyem were kirin û piştî wê jî dê civînek bê kirin ji
bo dengdana li ser projeyê terxan kirin.
Şêwir berdewam in
Nûner Bryar Reşîd dibêje:
Me di Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de şêwirînên berdewam li gel fireksiyonên
din yên parlementoyê kirine da ku hemû rêkar bi dawî werin û ti pirsgirêk
dernekeve ku rêgiriyê li pesendkirina projeyê bike.
Got jî: Divê em
hevsengîya di navbera fireksiyonên parlemanî de berçav bigrin û piştî bi dawî
hatina xwendina yekem, fireksiyona Yekîtîya Niştîmanî bi hevkarî digel hemû fireksiyonên
parlemanî kar bike daku bi zûtirîn dem ev proje derbas bibe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

