Çefafiyet: Di heftiya borî de zêdetirî 21 milyar dînar hinardekirina Silêmanî û Helebçeyê bû

Kurdistan 10:36 AM - 2023-04-01
Malpera Şefafiyetê  PUKMEDIA

Malpera Şefafiyetê

Şefafiyet Qubad Talebanî

Malpera şefafiyetê dahata parêzgehên Silêmanî û Helebçe û rêveberiyên Germiyan û Raperîn di heyama hefteya derbasbûyî de eşkere kir ku ji 21 milyar dînar derbas bûye.

Li gorî malperê dahata neftê ya parêzgehên Silêmanî û Helebçe û navçeyên Germiyan û Raperîn ji 25.3.2023 heta 31.3.2023 21 milyar û 456 milyon û 939 hezar û 637 dînar e ku 15 milyar û 990 milyon û 474 hezar û 47 dînar, yanê %74 nextî bû, 5 milyon û 458 hezar dînar, yanê %25 bi çêk û 8 milyon û 3 hezar û 110 dînar meqesa ye.
Piştî 30 salan ji desthilatdariya Kurd li Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî Cîgirê Serokê Hikûmetê roja 15.12.2022 projeya zelalkirina hinartina neftê li parêzgehên Silêmanî û Helebçe û îdareya Germiya û Raperîn ragihand ku yekem car e li ser asta Kurdistan û Êraqê bi giştî tê kirin.
Ev proje di nav derdorên Kurdan de bi awayekî berfireh hate pêşwazîkirin û hate xwestin ku ev proje ji bo dahatên petrolê û dahatên  hemû navçeyên Kurdistanê were meşandin.
Qubad Talebanî di axaftina xwe ya ragihandina projeyê de wiha got: "Ez projeyek girîng radigihînim, ew jî projeya şefafiyetê di hinardekirina neftê de ye.
Got jî: Şefafiyet bernameyeke ku hemû hinardekirina neftê li parêzgehên Silêmanî û Helebce û îdareyên Raperîn û Germiyan dihewîne, ji ber ku rojane bi şefafîyeteke temam tên komkirin û tên nivîsandin daku her kes bikare hûrgilîyên wê yekê bibîne. ew hinardekirin di her kêliyê de bi riya malpera https://shafafiat.com/.
Li ber deste.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket