Serokkomar li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêm û Hikûmeta Federal pişt rast dike
Îraq 12:21 PM - 2023-03-29
Nivîsgeha Ragihandinê yê serokkomar
Serokkomar pêşwazî li serok û endamên komîteya gaz û naftê kir
Serokkomarê Êraq D.Ebdullatîf Cemal Reşîd li Bexdadê pêşwazî li serokê
komîteya Gaz û Naft û samanên xwezayî Heyber Helbosî û cîgirên yekm û duyem ên
serokê komîteyê, hejmarek ji endamên komîteyê kir.
Di
hevdîtinê de Serokê Herêma Kurdistanê tekez li ser pêwîstiya bilezkirina
pesendkirina yasaya neft û gaze kir bi awayekî dadperwerî û wekhevî li ser
dewlemendiya niştimanî ya Êraqê bike û ev yek milkê gel û nifşên paşerojê ye. Destnîşan
kir jî ki pesendkirina yasayê di çareserkirina pirsgirêkên di navbera hikûmeta
federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê de girîng e.
Cenabê wî
balkişand ser pêwîstiya piştevaniya pîşesaziya petrolê, bi taybetî di warê
projeyên veberhênanê di sektorên gaz, lêgerîn û parzûnkirina neftê û çareser
kirina astengan û balkişand li ser wê yekê ku giringiya wê di bernameya
hikûmetê de heye.
Serok
Komarê tekezî li ser pêwîstiya pilansazkirin û birêvebirina baş û şopandina
şêwazên nûjen di cîbicîkirina pirojeyên bi armanca zêdekirin û baştirkirina
asta berhemanîna niftê li welat kir û karkirin li ser dîtina mekanîzmên guncaw
bo sûdwergirtin ji samanên gaze li welêt û winda nebe.herweha kêmkirina
piştbestin hinartina naftî.
Serok
Komarê behsa beşdariya xwe di konferansa avê ya Neteweyên Yekgirtî de ku li New
Yorkê hat lidarxistin kir û got, ew wêneya rasteqîne ya şanda Êraqî li ser
metirsiyên li pêşiya welat ji ber kêmbûna avê ku bandorê li ser jiyana xelkê û
debara jiyana welatiyan bi giştî kiriye pêşkêş kir.
Herweha
tekezî li ser giringiya wergirtina tedbîrên bilez ji bo rûbirûbûna kirîza avê û
kêmkirina giraniya van metirsiyan bi dîtina çareseriyên nûjen û berdewam ên alîkariyê
li ser asta navçeyî, herêmî û navdewletî kir û tekez kir ku di hevdîtinên xwe
de bi Hejmara serkirdeyên welatên beşdar, hevgirtin û piştevaniya Êraqê di
rûbirûbûna kêmbûna avê û guherîna avhewayê de, ku bi çolbûn û ziwabûnê tê
temsîlkirin, ku barên wê yên mezin hildigire dîtibû.
Li hember
de jî Serokê Lijneya Petrol, Gaz û Çavkaniyên Xwezayî ya Parlementoyê tekiz li
ser girîngîpêdana komîteyê bi rênimayên serokkomar kir û karkirina li ser
sermayedanîn kirina samanên xwezayî yên welat bi awayekî herî baş û bi awayekî
ku pêşkeftin û bexteweriya welatê me bidest bixe.
Helbosî amaje bi
wê yekê kir ku komîte ji bo pesendkirina yasaya neft û gazê ku bi salan e di
parlamentoyê de rawestiya ye kar dike û amaje bi wê yekê jî kir ku di nav
piraniya fireksiyon de daxwaz heye ku ev qanûn bi awayekî erênî li ser
bihêzkirin û pêşxistina rastiya sektora petrolê li Êraqê were qanûnkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

