Serokê fireksiyona YNK: Hilbijartinan ji pirsgirêkên din cuda bikin

Kurdistan 02:01 PM - 2023-03-27
Parlemana Kurdistanê PUKMEDIA

Parlemana Kurdistanê

YNK

Serokê Herêma Kurdistanê li ser zimanê berdevkê 18-11-2023 wek roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê diyar kir û serokê fireksiyona Yekîtî li parlemana Kurdistanê dibêje: Hemû alî li gel wê yekê ne ku hilbijartin di dema xwe de bên kirin û serokatiya Herêmê ku roj diyar kiriye, ji aliyê yasayî ve erkê xwe ye, lê bi partiyên din re neşêwiriye.

Divê hilbijartin ji pirsgirêkên din bên cudakirin

Serokê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Kurdistanê Ziyd Cebar ji PUKMEDIA re ragihand: Di bin ronahiya peyam û destpêşxeriya serokê YNKê Bafil Celal Talebanî de ku ji hemû aliyên siyasî re gotiye, "hilbijartin xwedî helwêsteke niştimanî ye û divê ji mijarên din bên cudakirin". Li ser sererastkirina yasaya hilbijartinan û aktîvkirina komîsyonê çendîn civîn hatin kirin û li ser vê mijarê di navbera aliyên Kurdistanî de lihevkirin çêbû.
Her çendî di warê qanûna hilbijartinan de hin nakokiyên me hebin jî, lê di pêşerojê de em ê hewl bidin van nakokiyan ji holê rakin û serokatiya Herêmê ku roj diyar kiriye erkê wî yê yasayî ye lê belê bi aliyên din re neşêwiriye.

Hemû alî li gel wê yekê ne ku hilbijartin di dema xwe de bên kirin

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab di civîneke rojnamevaniyê de nîşankirina roja hilbijartinê ragihandku pişt bi fermana Herêmê ya hejmar 90 ê sala 2023 bestiye û palpişte bi yasaya serokatiya Herêma Kurdistanê hejmar 1 yê sala 2005.

DiLi gor biryara sê xalî berdevk xwendiye; Diyarkirina roja 18ê Mijdara 2023ê wek roja encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û Hemû aliyên pêwendîdar pabend dibin ku bi hevkarî û hevahengiya ligel Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsî ji bo cîbicîkirina vê biryarê karên pêwîst bikin.

Herwaha Ziyad Cebar got: Hemû alî li gel wê yekê ne ku hilbijartin di dema xwe de bên kirin û Fraksiyona YNKê û hin fraksiyonên parlamentoya Kurdistanê jî di wê baweriyê de ne ku divê yasaya hilbijartinan were sererastkirin, ji ber ku yasa kevine û kêmasiyên wê hene.
Di civîna roja 3.11.2021ê û vir ve û hemû civînên din ên derbarê sererastkirina yasaya hilbijartinan de, cihê nakokiyê li ser aktîvkirina komîsyonê û sererastkirina yasaya hilbijartinan bûye. Bi mebesta lidarxistina hilbijartinên pak û dadperwerane li Kurdistanê bibe û dengder ji bo parastina dengên xwe dilniya bin.

Nêzîkkirina nêrînan bo bidawîkirina nakokiyên di navbera partiyan de

Li gor roja ku serokê herêmê diyar kiriye, 8 meh ji hilbijartinên dewreya şeşem a parlamentoya Kurdistanê re mane, ku divê aliyên siyasî li ser sererastkirina yasaya hilbijartinan, aktîvkirina komîsyonê, dosya kursiya kotayê û qeyda dengdêran lihev bikin.

Serokê fireksiyona Yekîtiya Nîştimanî dibêje: "Emê di vê heyamê de hewl bidin ku ji bo bidawîkirina nakokiyên derbarê guhertina yasaya hilbijartinan de bixebitin ky hemû partiyan asankariyên pêwîst ji bo çareser kirina kêşeyan pêşkêş kirine, bi taybetî Partiya Demokrat ku di destpêkê de ne bi guhertina qanûnê de bû.
"Em hêvîdar in ku di serrastkirina qanûnê de şefafiyet û paqijî  di birêvebirina hilbijartinan de misoger bibe û welatî jî baweriya xwe bi sindoqan vegerînin.

 

Tomara biyometrîkî ya Êraqê ji bo hilbijartinên herêmê

Li gor berhevkirina amarên herêmê û tomarên bîyometrî yên Êraqê li ser hejmara niştecihan, zêdetir ji (723) hezar navên zêde di amarên herêmê de hatine dîtin û ji vê hejmarê jî nêzîkî (670) hezar navên din li Hewlêr û Duhokê hene.
Ziyad Cebbar dibêje: Hemû alî li hev kirin ku amarên Wezareta Plandanan a Federal û tomarên biyometrî yên ku di hilbijartinên Civata Nûneran de di sala 2021ê de bi hemû pêwîstiyên xwe hatine pesendkirin, ji bo pêkanîna hilbijartinên Herêma Kurdistanê û Li herêmê 4 dezgehên hilbijartinê bên destnîşan kirin.
Ziyad Cebar dibêje: Hilbijartin û pêkhateya herêmê, ku pêkhateyeke destûrî ye, du mijarên cuda ne. Aliyek ku daxwaza guhertina yasaya hilbijartinan dike, nikare bi rawestana li dijî pêkhateya herêmê were tawanbar kirin.

Pirsgirêka kotayê nehatiye çareserkirin

(11) kursiyên di parlemana Herêmê de yek ji wan kêşeyan e ku aliyên siyasî li ser wê rêkeftinê ligel Partiya Demokrat li hev nekirine, ji ber ku piraniya fireksiyonan bi wê yekê dibînin ku ev kursî nûnertiya xwediyên xwe yên rastîn nakin û di wê baweriyê de ne ku Demokrat ev kursî control kiriye û destêwerdanê di karûbarên pêkhateyan de di hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de dike.
Serokê bloka Yekîtiya Nîştimanî li parlemantoyê dibêje: “Yekîtiya Niştimanî bêyî ti şert û merc piştgiriya mafê pêkhateyan dike ku nûnerên xwe bêyî destwerdanên hizbî bi xwe hilbijêrin, ji ber ku Yekîtiya Niştimanî di wê baweriyê de ye ku divê kursiyên pêkhateyan nûneratiya xwediyên wan ên rasteqîne li her deverê bike.
Ziad Cebbar dibêje: “Aliyên siyasî li ser dosyaya kota û pêkhateyan li hev nekirin û em hêvîdar in di zûtirîn dem de li ser vê mijarê lihev bikin.

 

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket