Ligel dijberiya hin fireksiyon Encumena Nûneran guhertina qanûna hilbijartinê pesend dike
Îraq 12:17 PM - 2023-03-27
PUKMEDIA
Civîna Encumena Nûneran
Tevî dijberiya nûnerên serbixwe û hin aliyên siyasî, Encumena Nûneran yê Êraqê sibeha îro Duşemê 27.03.2023ê, sêyem guhartina yasaya helbijartinê ya Encûmena Nûneran, yasaya hejmar (12) ya hilbijartinên encumenên parêzgehan û navçeyan ya sala 2018ê pesend kir.
Li gor daxuyaniya ku ji Rêveberiya Ragihandinê ya Meclisa Nûneran
ve hat dayîn 218 parlementer beşdarî rûniştinê bûn û diyar kir ku bi guherîna
qanûnê armanca dike ku kombiryarên ji dadgeha federal derketî cîbicîh bê û ji
bo pêkanîna hilbijartinên dadperwerane û azad û paqij ji bo encûmena nûnerên Êraqê
û encûmenên parêzgehan ku li herêmekê nayên organîzekirin û bilindkirina wan û
beşdariya hemû pêkhateyên civakê û mosogerkirina dabeşkirina dadperwerane ya
kursiyan di nav lîsteyên hevrik de.
70 parlamenterên serbixwe û ji fireksiyonên din li dijî
pesendkirina yasayê derketin û gelek caran hewl dan dengdana li ser madeyên wê
asteng bikin, lewra serokê parlamentoyê Mihemed Helbûsî daxwaz ji hêza
parastina parlamentoyê kir ku parlamenterên serbixwe ji salonê derxîne.
Fireksiyona Yekîtiya Niştîmanî li ser yasayê deng nedaYekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo dengdana li ser yasaya hilbijartinên civata nûneran û encûmenên parêzgehan, ji ber madeyên têkildarî hilbijartinên parêzgariya Kerkûkê, deng neda.
Di vê derbarê de Dr.Biryar Reşîd Endamê YNK di daxuyaniyekê de ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî PUKMEDIA re ragihand: Em weke Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li dijî bendên derbarê hilbijartinên parêzgeha Kerkûkê de bûn ji ber wê me dev ji dengdana qanûnê berda.
Got jî: li gor guhertina yasaya hilbijartinan, hilbijartinên encumenên parêzgeha Kerkûkê digel parêzgehên din dê di rojekê de bên kirin, lê divê li gor serjimêriya sala 1957ê û herwiha guhertinên din yên derbarê hilbijartinan de, tomarên dengderan li Kerkûkê bên kontrol kirin.
Li gor wan kesên ku li dijî wê yekê derketin, di hinek made û xalên qanûnê de pirsgirêk û kêmasî hene, bi taybet di derbarê hilbijartinên Kerkûk û Mûsilê û pişkên pêkhateyan de.
Hilbijartin li gorî sîstema Sant Lîgo 1.7 pêk têLi gor qanûna ku hatiye guherandin, divê beriya dawiya vê salê li herêmê li gorî sîstema St.Lîgo 1.7 hilbijartin bê kirin.
Yasa ji 15 madeyan pêk tê ku mîkanîzma lidarxistina hilbijartinên Encûmena Nûneran û encûmenên parêzgehan ên ne rêxistinkirî li herêmê diyar dike herwiha tekezî li ser lidarxistina hilbijartinên dewreyên nû yên civata nûneran û parêzgehan beriya 45 roj bi dawîbûna dewreyan dike.
Her wiha di qanûnê de şertê temenî hat nîşankirin ku ku ji salekê kêmtir nebe û rêjeya jinan jî ji %25 kêmtir be destnîşan kiriye.
Encûmena Nûnerên Iraqê ji 329 kursiyan pêk tê ku 9 ji wan ji bo kêmîneyan in.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

