Li kêleka Konferansa Avê... Serokkomarê li ser asta navneteweyî rêzecivînên berhemdar li dar dixe

Êraq 11:40 AM - 2023-03-25
Antonio Guterres û serokkomarê Êraqê Malpera serokatiyê

Antonio Guterres û serokkomarê Êraqê

Êraq

Serokkomarê Dr.Ebdul Letîf Cemal Reşîd roja Înê 24.03.2023 li avahiya Netewên Yekgirtî bi Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî birêz Antonio Guterres civiya  bi amadebûna Fûad Hisên Wezîrê Derve, Wezîrê Jîngehê Nîzar Amîdî û barizgarê  Besrayê Esad El-Eydanî li kêleka Konferansa Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê kom bûn.

Di destpêka hevdîtinê de Serok Komarê pîrozbahî li sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî kir jiber serkeftina konferansa avê û pêşinyarên ku ji bo kêmkirina kirîza cîhanî ya avê pêşkêş kirine û spasî û pêzanîna xwe ji bo Vexwendina Sekreterê Giştî ji bo beşdarbûna konferansê kir.
Serok bal kişand ser barên ku Êraq ji ber kirîza avê hildaye ser milên xwe û diyardeya çolbûn, ziwabûn û tozê ku bandoreke nerênî li ser warên jiyanê dike û amaje bi rola giring a Neteweyên Yekbûyî di piştevanîkirina hewlên navdewletî kir. û girtina tedbîrên guncaw ji bo kêmkirina kirîza avê û çalakkirina hevkariyê di warê avên dersînor de, di nav de Dabînkirina dabeşkirina dadmend di nav welatên deryayî de.
Li hember de jî birêz Guterres spasiya Serok Komarê kir ji bo pêşwaziya germ di serdana xwe ya vê dawiyê ya Bexdayê de û tekez kir ku ew têdigihê ku Mezopotamya rastî kêmbûna avê û kêmbûna ava çemê Dicle û Furatê tê. û bandora wan li ser jiyan û rastiya jîngehê, dûpatkir li ser piştevaniya Rêxistina Navdewletî ji bo Êraqê û hewlên wê ji bo kêmkirina metirsiyên kirîza avê û guhertina avhewayê û bandorên wan li ser jiyana giştî.

Pêşwaziya nûnera daîmî yê Amerîka li Neteweyên Yekbûyî kir

Serok Komarê her wiha duh Înê li New Yorkê pêşwaziya nûnera hertimî ya Amerîkayê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) Linda Thomas Greenfield û şanda pê re kir û di hevdîtinê de kirîza avê û gefên wê li ser ewlekariya xurek û cihêrengiya jîngehê li Êraqê û herwiha bandorên nerênî yên ji ber avhewayê û kêmbûna berçav a rêjeya herikîna avê ji welatan.
Serokkomarê amaje bi wê yekê kir ku Êraq ji ber kêmbûna baran û zêdebûna nifûsê û hindek siyasetên avê yên welatên cîran û germahiya zêde rastî guherîna avhewayê. amaje bi wê yekê jî kir ku pêwîste Êraq bi pilanên avê yên welatên deryayî bizane, daku bikare pilanên pêwîst dayne û bi wan welatan re bigihêje pareke têr û dadperwer.

Serok destnîşan kir ku di asteke bilind de plan hene ku bigihêjin çareserîyên rasteqîne ji bo pirsgirêka avê, û hikûmet bi ciddî li ser karê xwe ye û li benda pesendkirina bûdceyê ye ji bo temamkirina projeyên pêwîst di vî warî de. pêwîstî bi baştirkirina rêbazên birêvebirina avê û pêşxistina mekanîzmayên ji bo bersivdana bandorên guherîna avhewayê û germahiya bilind li Êraqê.
Serok Komarê bal kişande ser giringiya peydakirina çareseriyên cidî ji bo rûbirûbûna gemariya jîngehê ku ji ber sektora enerjiyê pêk tê û amaje bi hebûna pirojeyên dahatî yên têkildarî mijara gazê û çareserkirina bandorên wê yên xirab li ser jîngehê kir.
Serok Ebdulletîf Cemal Reşîd behsa dosyeya awareyan li Êraqê kir û amaje bi wê yekê kir ku rewşa wan pêwîstî bi xebateke cidî û bilez heye ji bo bidawîkirina vê dosyayê û ev yek jî pêwîstî bi hewlên zêdetir ji aliyê rêxistinên navdewletî heye ji bo alîkariya Êraqê bo vegerandina awareyan bo navçeyên wan piştî ku. Hazirkirina wan û dabînkirina jiyaneke hêja.
Her wiha peywendiyên dualî yên di navbera Êraq û Amerîkayê de û berfirehkirina asoyên hevkariyên di navbera her du welatên dost bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên hevpar ên her du gelên dost bike gotûbêj kirin.
Li hember de jî balyoz Greenfield daxwaza welatê xwe ji bo bihêztir kirina peywendiyên hevbeş li gel Êraqê diyar kir û tekez li ser rijdbûna Amerîka bo piştgîrî kirina Êraqê di warê çareser kirina kêmbûna avê û derbas kirina vê qirîza han de, bi taybetî bi pêşkêş kirina pisporî bo piştgîrîkirin û baştir kirina pirsa birêvebirina avê. li Iraqê û herwiha bi rêya şanda UNAMI li Êraqê.

Hevdîtina bi Rêveberê Giştî yê (FAO) re

Di çarçoweya konferansa avê ya Neteweyên Yekgirtî de ku li New Yorkê hat lidarxistin, Serokkomar Dr.Ebdullatîf Cemal Reşîdroja pêncşemê 23-3-2023 li baregeha rûniştina xwe ya li New Yorkê pêşwazî lirêveberê giştî ê Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) birêz Qu Dongyu kir.
Serokkomar amaje bi giringiya hevkarî û kiryara hevbeş ji bo rûbirûbûna diyardeya hişkesalî ya ku Êraq rastê hatiye û sûdwergirtina ji ezmûnên rêxistina (FAO) li gel welatên din kir û tekezî li ser pêwîstiya cîbicîkirina pirojeyên avdanê bi taybetî li gund û gundewaran ji bo xelkê teşwîq kirina xelkê bi vegerê û avakirina pirojeyên biçûk li navçeyan wek Sencar.

Ji aliyê xwe ve Rêvebirê Giştî yê Rêxistina Xurek û Çandiniyê (FAO) kêfxweşiya xwe ya mezin ji hevdîtina bi Serok re nîşan da û bal kişand ser tiştên ku cenabê Serok pêşkêşî kir, Qu Dongyu dilgiraniya xwe ji wergerandina van tiştan piştrast kir. amaje bi wê yekê jî kir ku tîmên rêxistinê dê serdana Êraqê bikin ji bo şopandina hemû pirsgirêkan û bihêzkirina peywendiyên di navbera rêxistin û Êraqê di warê hevkariya çandiniyê û avakirina şiyanan de.

 

 

PUKMEDIA 

 

zêdetir tamaşe bike

Konferansek li ser vegera penaberan

Kurdistan 05:23 PM - 2024-05-10 Konferansa vegera penaberan hat lidarxistin

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket