YNK yekitiya Kurdan û bidestxistina mafan armanc dike
Kurdistan 01:02 PM - 2023-03-22
PUKMEDIA
Peyama Serok Bafil ji bo Newroza Mîlyon a Amedê
YNK ji destpêkê ve hewl dide alîkariya parçeyên din ên Kurdistanê bike û heta niha jî dike, her beşeke Kurdistanê ku pêwîstiya wê bi alîkariya YNKê hebe dê amade be ji bo alîkariyê û piştgiriya wan bike.Wê hertim Kerkûk wek kilîta çareseriya pirsgirêkên kurdan nirxandiye û ji bo kurdayetî û rizgariyê gelek qurbanî daye.”
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî di salvegera rizgarkirin û serhildana Kerkûkê de got;"Ez Kerkûk û xelkê serbilindê Kerkûkê piştrast dikim ku YNK dê bibe hêza ku heta hetayê li cem wan bimîne û emê bi xwîna xwe Qudsê Kurdistanê biparêzin."
Serokê Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Parlamentoya Kurdistanê Ziad Cebar ji PUKMEDIA re ragihand:"Ji destpêka xebatên YNKê ve Kerkûk girîng bû. Serok Mam Celal jî digot :‘’Kerkûk kilîta çareseriya pirsgirêka kurd e’’, her wiha digot: ‘’Kerkûk Qudsa Kurdistanê ye’’, di bin ronahiya van daxuyaniyan de YNK’ê fedakarî ji bo rizgarkirina bajêr daye û gelek qurbanî dane.
‘’Di vê çarçoveyê de YNKê hemû hewlên xwe ji bo îsbatkirina kurdbûna Kerkûkê û refaha niştecihên wê daye.”Ziad Cebar wiha dibêje.
YNK ji bo rizgariya netewî ya her çar parçeyên Kurdistanê têdikoşeYNK ji destpêka tekoşîna xwe ve piştevaniya parçeyên din ên Kurdistanê dike û niha jî ji bo rizgariya netewî ya her çar parçeyên Kurdistanê têdikoşe, berdewame jib o berjewendiyên gelê Kurd û têkoşîna hevpar xebat kiriye.”
Serok Bafil bi boneya cejna Newrozê li bajarê Amedê ku mIliyonan kom bibûn yê Bakurê Kurdistanê peyama pîrozbahîyê pêşkêş kir .“Em ê bi piştevaniya hemû aliyan zextê li partiyan bikin ku berjewendiyên gelê me bidin pêşiya berjewendiyên xwe, pirsgirêkên xwe deynin aliyekî û bi hev re ji bo berjewendiyên gelê xwe têbikoşin.
Di vê derbarê de Serokê Fraksiyona YNKê got:“YNK’ê di hemû qonaxan de piştevaniya hemû parçeyên din ên Kurdistanê kiriye û bêyî ku destêwerdanê di nava van partiyan de bike, roleke berçav di alîkariya aliyên siyasî yên parçeyên din ên Kurdistanê de hebûye.
“Dîtin û siyaseta YNKê her dem piştevaniya parçeyên din ên Kurdistanê bûye ewa erkê xwe zanîye û dîrok jî şahid e , YNK li her çar parçeyên Kurdistanê rol û bandora xwe hebûye û heta niha jî ji bo bidestxistina rizgariya netewî ya her çar parçeyên Kurdistanê têdikoşe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

