Cindirêsê bi sloganan ‘’Efrîna Efrîna Kurdan e’’
Kurdistan 07:52 PM - 2023-03-21
AFP
Cindirêsê û bi slogan ‘’Efrîna Efrîna Kurdan e’’
Li bajarê Cindirêsê yê herêma Efrînê, bi hezaran welatiyên Kurd ji hemû navçeyên herêmê li bajarê Cindirsê kom bûn. Welatiyên Kurd ji her çar aliyên herêmê bi karwanên otomobîlan ji sibeha roja sêşemê ve berê xwe dabûn nav bajarê Cindirêsê û bi slogan ‘’Efrîna Efrîna Kurdan e’’.
Bi hêrs û coşeke mezin, welatiyên Kurd kuştina her çar welatiyên kum şeva Newrozê li bajarê Cindirêsê yê Efrînê li ser destê grûpa çekdar a Ehrar el-Şerqiye ya opozisyona Sûriyê hatibûn kuştin, protesto kirin û siloganên azadiyê bi dengê bilind xwendin.
Xwepêşanderan daxwaza desttêwerdan û parastina navdewletî kirin.
Keçek kurd ku li xwepêşandanê beşdar bû bangî hemû cîhanê kir ku êdî vê zilm û zordariyê li ser xelkê Efrînê rakin.
Xwepêşandereke Kurd dibêje "Em dixwazin di malên xwe de rûnên, em sîleh naxwazin. 5 sal in em di bin zilmê de ne, êdî bes e ji vê zilmê re. Ez nizanim lê yê ku vê bûyerê kir 4-5 mirov ji malbatekê kuştin. Em azadiyê dixwazin."
Jinek ji kesûkarên qurbaniyan li naverasta Cindirsê û li pêş xwepêşanderan hawar dike û divêje xwezî ez li gel zarokên xwe şehîd bibûma.
Kesûkara qurbaniyan dibêje "Bila ez bi zarokên xwe re çûbûma, şehîd biketima. Bila ez îro li şna vana şehîd biketama. Heqê mirov qet wenda nabe. Kurmanc namirin. Şefîd namirin."
Nîvroja sêşemê, cenazeyê her çar qurbaniyan guihîşte nav bajarê Cindirêsê û ji aliyê bi hezaran welatiyên kurd ve hatin pêşwazîkirin.
Şeva Newrozê, dema ku çend welatiyên kurd ji yek malbatê agirê Newrozê li pêş mala xwe li bajarê Cindirêsê dadabûn, hejmarek çekdarên Ehrar el-Şerqiyê ew ji berê ve dabûn ber guleyan û demildest 3 welatiyên canê xwe ji dest dabûn, û 2 kes jî birîndar bûbûn. Li nexwşxaneyê birîndarekî canê xwe ji desta û hejmara qurbaniyan bû çar kes.
Ji bo derbirîna nerazîbûnê û protestokirina kuştin û birîndarkirina 4 welatiyên kurd li ser destê çekdarên opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê, reşgirêdana giştî li Efrînê hatiye ragihandin.
Cenazeyê 4 Kurdên ku li Cindirê agirê Newrozê pêxistin hatin kuştin, hatin veşartin û i Efrînê dijî kuştina wan welatiyan xwepêşandan hat kirin.
Bi hezaran xelkê tevahiya herêmê berê xwe dane Cindirêsê û li wir xwepêşandanê dikin. Termên qurbaniyan jî gihîştine Cindirêsê da ku bi xakê bên spartin.
Ji bo derbirîna nerazîbûnê û protestokirina kuştina û birîndarkirina welatiyên kurd li ser destê çekdarên opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê, reşgirêdana giştî li Efrînê hatiye ragihandin û xelkê tevahiya herêmê di li Cindirêsê bicivin û xwepêşandanê bikin.
Jêder Ragiyandên Kurdistanî û Sûrî
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

