Yekîtî destûrê dike çareser ne lihevkirina virda wêda
Kurdistan 07:28 PM - 2023-03-21
PUKMEDIA
Hikûmeta Herêmê û hikûmeta Êraqê aqê
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo bihêzkirina demokrasiyê li Êraqê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdadê de tekez li ser cîbicîkirina destûrê kir û lihevkirina virda wêda li cihê destûrê nayê hesbandin.
Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî di hevdîtina xwe ya dawî de li gel Serokwezîrê Êraqê Mihemed Şiya Sûdanî tekezî li ser çareseriya siyasî ya pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de kir, bi awayekî ku mafên destûrî yên gelê Kurd parastî be.
Serok Mam Celal roleke girîng di xurtkirina mafên Kurdan de lîstiye
Endama Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Rabîhe Hemed ji PUKMEDIA re wiha got: Yekîtî her tim parastina mafên gelê Kurd kiriye ji ber ku bi hezaran şehîdên Kurdistanê daye.
Rebîhe Hemed got: Serok Mam Celal roleke girîng di bihêzkirina mafên gelê Kurd li Êraqê lîstiye, ji ber wê jî Serok Bafil dê rêya Serok Mam Celal berdewam bike û li gor destûrê berevaniyê li mafên gelê Kurd bike.
YNK tekezî li ser cîbicîkirina destûrê dike
Lihevkirina virda wêda nakeva şûna destûrê û Yekîtî telez li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi rêya destûrê dike.
Endamê Encumena Nûnerên Êraqê D.Biryar Reşîd ji PUKMEDIA ragihand ku şandina şandekê bo Bexdadê û lihevkirineke virda wêda nakeve şûna destûrê, ji ber wê jî YNK tekez dike ku divê pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Êraqê bi rêya destûrê bên çareserkirin.
Biryar Reşîd got: Destûr bingehê bihêzkirina demokrasiyê li her welatekî ye, lewma YNK tekezî li ser cîbicîkirina destûrê li Êraqê dike, da ku hemû pêkhateyên Êraqê li gor destûrê mafên xwe biparêzin.
Got jî YNKê di wê baweriyê de ye ku dema herêmeke me bihêz û pêwendiyên me yên bihêz li gel Bexdayê hebe, hemû hewlên xwe dane bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdadê.
Dema ku hikûmeta nû ya Êraqê hat avakirin, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) pêşniyarek pêşkêş kir û tê de daxwaz kir ku pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdadê de li gorî destûrê bên çareserkirin, ji berk u di wê bawariyê de ye lihevkirina virda û wêda wê temen kurt be , Lê belê eger destûra bingehîn weke pîvana lihevkirinê bê bikaranîn, dê heta demeke dirêj mafên gelê kurd bên parastin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

