Kerkûkê agirê Newrozê kir taca serkeftinê
Kurdistan 11:15 AM - 2023-03-20
PUKMEDIA
Raperîn
Girseya gel li
Kerkûkê îro Duşem 20-3-2023 Newrozê pîroz dikin ku hevdeme bi rizgarkirina
bajêr ji dest rêjîma Baas di sala 1991 de ye di serhildana Adarê de.
Pîrozkirina Kerkûkiyan
bi cejnna Newroz û rizgarkirina Kerkûkê dilsoziyeke ji xwîna şehîdan û qehremanên
ku ji bo rizgarkirinê xwe kirine feda ye,û herweha pêşmergehên qehreman ku bajar ji terorîstên
DAÎŞê parastin.
Di vê boneyê de,
divê em rola sereke ya Serok Mam Celal û giringîdana wî ya taybet bi Kerkûkê û
wesifkirina wê bi Êraqa bi çûk ji ber ku hemû pêkhateyan dihewîne.
Pêşmergeyê dêrîn Hîwa Reş ji PUKMEDIA re dibêje:
Ji bo rizgarkirina bajêr ji dest rêjîma Baas, şaneyên veşartî yên çekdar li
Kerkûkê pêwendî bi şana Şalaw li Silêmanî û Birûsk li Hewlêrê kir, piştre Eniya
Kurdistanî serok êlên li kerkûkê ji bo beşdarbûnê di serhildanê de agahdar
kirin.
Şaneyên YNK yekem hêz bûn ku di nava Kerkûkê de rabûn ser piyan
Pêşmergeyê dêrîn
Hîwa Reş dibêje: Şaneyên çekdar ên Kerkûkê pêwendî bi serkirdayetiya Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê re kirin ji bo pêkanîna erkê azadkirina bajarê Kerkûkê.
Got jî: Yekem hêza
ku li Kerkûkê rabû, şanên çekdar ên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi
serpereştiya şehîd Hec Helmet bûn û wan şaneyan karîn bendaveke ava bikin û
ketina hêzên Pêşmerge bo nav Kerkûkê hêsan bikin.
Beriya azadkirina
Kerkûkê civîneke girîng hat lidarxistin
Pêşmerge Hîwa Reş
dibêje: Çend roj beriya destpêkirina operasyona azadkirina Kerkûkê, civîneke
giring li devera Bardî di navbera Newşîrwan Mistefa, Kosret Resûl Elî, Mesûd
Barzanî, Hesen Kuwêstanî û hinekên din de ji bo azadkirina wî bajarî hat
lidarxistin. Û di wê civînê de biryar hat dayîn ku ji 3 aliyan ve Kerkûk bê
dorpêçkirin wiha hat dabeşkirin ( Hewlêr- Kerkûk) û (Silêmanî- Kerkûk) û (Germiyan-
Kerkûk) û li gor bernameya ku hatiye danîn bajar hat rizgarkirin.
Hovîtiya rêjîma Baas li ser xelkê Kerkûkê
Piştî azadkirina
bajarên Silêmanî, Hewlêr û Duhokê, rêjîma Baas ya jinavçûyî tawankar Elî Hesen
Mecîd ji bo tepeserkirina welatiyan şand Kerkûkê û desthilata tam day, ji ber
wê jî tawankar Elî Hesen Mecîd 23 Kurd bidarve kir,û her wiha gelek malên
welatiyên Kurd li taxên Rehîmawa, Îmam Qasim û El-Îskan û Azadî wêran kirin.
Ev kempînên
tepeserkirina welatiyan bandor li morala xelkê bajêr nekir, ji ber wê jî Hêzên
Pêşmerge ji aliya (Silêmanî-Kerkûk) û (Hewlêr-Kerkûk) derbasî nav bajarê Kerkûkê
bûn û taxa Rehîm Awa bûn yek û pêşmergeyan agirê newrozê vêxistin û
rizgarkirina bajêr ragihandin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

