20’ê Adarê li Çiyayê Goyje wê bibe rojeke ku nayê jibîrkirin
Kurdistan 11:35 AM - 2023-03-19
Pilatfarmî În Silêmanî
În Silêmanî
Platforma În Silêmanî wê êvara Newrozê li Çiyayê Goyje ala herî mezin a Kurdistanê bilind bike
Çalakiyên
Festîvala Platforma Li Silêmaniyê dê berdewam bin, di vê çarçoveyê de roja
20-3-2023 demjimêr 18:00 dê mezintirîn ala Kurdistanê li seranserê Kurdistanê
li çiyayê Guyje bê bilindkirin. 300 xort û keç bi meşaleyan hildikişin Goyje û
li wir agirekî mezin tê vêxistin.
Di heman
demê de heta 20-3-2023 bazara Newrozê ya Silêmaniyê ji demjimêr 14.00 heta
22.00 li Parka Azadî dê berdewam be.
Her çend biyarbû îro li Şanoya Romanî ya li Hawarî Şar a Silêmaniyê konsêrta În
Silêmanî bo Newrozê bo hinermendên Hanî Muctehîdî, Sana Barzanî û Hazhar Zahawî
encamp bide lê bi sedema nelihevbûna rewşa keşûhewayê konsêrt ji bo Telarî Hunr
hat veguhastin.
Pêştir jî
Platforma În Silêmanî di 17ê vê mehê de bi festîvala Newrozê cadeya Selim
xemiland û mûzîka zindî pêşkêş kir, di 18ê mehê de jî li Sarçnarê konsêrtek hat
lidarxistin.
- Roja 20ê
vê mehê saet 10ê sibê maratoneke navdewletî bi beşdariya hejmarek werzişvanên
dêrîn û mêvanên biyanî li ber Guyje tê lidarxistin.Mereson wê bi 2 curan be, Maratona
5 kîlometran û 21 kîlometroyan tê dabeşkirin û beşdar azad in ku her cur
hilbijêrin.
- Di heman
rojê de li Parka Hawarî Şar dê li her sê xort û keçên yekem xelat bên
belavkirin.
- Paşê li
Kolana Salimê wê li kêleka City Starê Karnavala Newrozê bê lidarxistin bi
awayek ku hejmarek ji xort û keçên ciwan bi muzîk û stranan beşdar bibin ji
berdem bexçeyê giştî bi meşale û agir di destên xwe de ber bi sîtî Star ve tên û
li wir nêrgiz li ser xelkê belav dikin.
Her weha hin
karakterên kurdî jî hatine çêkirin, wek Pîremêrd, Xatû Badîa Dartaş û Îbrahîm
Paşayê Baban.
- Şeva 20ê
Adarê bi beşdariya hunermend Mecîd, Hemîd Osman û Yadgar Xalidî li kolana Salim
şahiya Newrozê tê lidarxistin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06




.jpg)

Aplîkêşin

