În Silêmanî geştiyaran bo Newrozê radikişîne
Kurdistan 05:42 PM - 2023-03-18
PUKMEDIA
În Silêmanî geştyaran ji Newrozê re bêhtir dike
În Silêmaniyê, dest bi çalakiyên xwe yên cejina Newrozê kir û planên taybet ji bo çalakvanan daniye û bîranîneke taybettir ji salên borî pêşkêş dike.
Her weha li Herêma Kurdistanê amadekariyên pêşwazîkirina li cejna Newroz dest pê kiriye û tê texmîn kirin ku di rojên Newrozê de gelek geştiyar serdana Herêma Kurdistanê bikin û guhertinên di geşûbayê de li ser çalakvan û kar û çalakiyên Silêmaniyê ti bandorê nake û dirêjpêder dibin.
Baran bandorê li ser çalakiyên In Silêmanî nake
Di derbarê baranbarîna li Hedrêma Kuridstanê û destpêkirina festîvala cejna Newrozê de, Platforma In Silêmanî da rasgihandin û got, ''Di bûyera baranê de, em ê çalakbin.''
Berdevkê Platforma Silêmaniyê Hejan Hêriş di daxuyaniya xwe ya ji malpera fermî ya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê PUKMEDIA'yê re wiha got: "Çalakiyên Silêmaniyê ji 17 'ê mehê ve dest pê kiriye û wê heya 20'ê meha adarê dirêj bike."
Her weha peyvdara In Silêmaniyê Hejan Hêriş di dirêjahiya daxuyaniya xwe de wiha got: "Markêta în Silêmaniyê û pêşandana fîlman û lîstikên kurdwarî wê li Parka Azadî ji demjimêr 2`ê hêvarê heya 10`ê hêvarê dirêj dike.
Di wê daxuyaniyê de wiha got: "Di rewşa baranê de, dê di 18 'ê mehê de, wê kar û çalakî ji şanoya Romayê veguhêzin bo avahiya talarê hunerê û bi rêya platformên me, dê guhertinên din werin kirin da ku welatiyan hişyar bikin."
Geştiyariyeke zêdetir ber bi Silêmanî ve diçe.
Di sala burî de, di heyama 10 rojan de, ji bo Newrozê bêtirî 100.000 geştyaran serdana Silêmaniyê kirin û tê çaverêkirin ku ev rêje wê îsal bilintir bibe.
Peyêvdarê fermî ya rêvebiriya geştyariya Silêmaniyê Aram Şiwanî ji malpera fermî ya YNKê PUKMEDIA'yê re ragihand: "Sala borî ji 13`ê Adarê heya 23`ê Adarê, hejmara geştiyarên ku serdana Silêmaniyê kirine 100 hezar kes bûn.
Berdevkê geştyariyê yê Silêmaniyê wiha got: "Em li bendê ne îsal zêdetir geştiyar serdana Silêmaniyê bikin û amadekariyên baş ji bo pêşwazîkirina wan hatine kirin."
Di sala 2022`an de 2 milyon û 500 hezar geştiyar serdana Silêmaniyê kirine û ji 6 milyon kesên ku sala borî serdana Herêma Kurdistanê kiribûn
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

